Parêzgariya Wanê derbarê erdhejê de hişyarî da welatiyan

06-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Wan Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Wanê bang li welatiyan kir ku guh nedin ew parvekirinên li ser medyaya civakî ku dibêjin dê erdhejek mezin li Wanê çêbibe.

Îro du erdhej bihêz ku navenda wê parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bû, ji bilî tevahiyên bajarên wê parçeyê Kurdistanê çend bajarên Sûrî û Rojavayê Kurdistanê jî hejand û bû sedema hilweşîna hejmareke avahiyan.

Li gor amarên dawî  yên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) di wê erdhejê de heta niha hezar û 762 kesan canê xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar in û di jêr kavilê avahiyan de ne û hewlên rizgarkirina wan berdewam in.

Piştî erdheja sereke çend paşerdhej jî çêbûn û  di nav piraniya xelkê Bakurê Kurdistanê de bûye sedema tirs û xofeke mezin û li ser hesabên medyaya civakî, hinek zanyarî hatine belav kirin ku dê careke din erdhej çêdibe.

Li parêzgeha Wanê jî hinek nûçe li ser medya civakî belavbûne ku dibêjin erdhejek mezin dê li parêzgeha  Wanê çêbibe.

Parêzgariya Wanê li ser wan nûçe û parvekirinên li ser medyaya civakî daxuyaniyek belava kir û ragihand ku welatî guh nedin wan zanyariyan û dê derbarê kesên ku zanyariyên şaş belav dikin û di nav xelkê de dibin sedema tirs û xofê karûbarên yasayî bên destpêkirin.

Parêzgariya Wanê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Piştî erdehaja bi 7.7 pileyên rêxterê ya Mereşê ji ber paşerdhejan hinek nûçe û zanyariyên şaş hatine belav kirin ku dibêjin  dê li Wanê erdhejek mezin çêbibe û tîmên hawarçûnê ku ji Wanê çûne navçeyên erdhejê dê careke din hatine vegerandin.  Dê derbarê ew kesên ku zanyariyên wiha belav dikin û di nav xelkê de dibin sedema tirs û panîkê karûbarên yasayî bên destpêkirin.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku welatî ji bilî daxuyaniyên fermî guh nedin ti daxuyaniyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst