Çar pisporan li ser erdheja Colemêrgê hişyarî da

06-01-2024
RÛDAW
Nîşan Colemêg Erdhej Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çar pisporên erdhejê ragihandin ku ew derbarê egera erdhejeke 7 pileya rîxterê û zêdetir a li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê hevnêrîn in.

Pisporan hişyarî da ku divê li wê parêzgehê di warê avahîsaziyê de ji bo erdhejê amedakarî bên kirin.

Di demekê de ku erdhejên 6ê Sibatê yên li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê sala yekem li pey xwe dihêle, zengilê metirsiyê vê carê ji bo parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê lê dide.

Çar pisporên erdhejê Prof. Dr. Ahmet Ovgun Ercan, Prof. Dr. Nacî Gorur, Prof. Dr. Okan Tuysuz û Prof. Dr. Dogan Perînçek ku berê li ser çend erdhejan nerînên wan cuda bûn, cara yekem ragihandin ku ew derbarê egera erdhejeke 7 pileya rîxterê û zêdetir a li Colemêrgê hevnêrîn in.

Wan pisporan ji bo wê erdhejê bangî aliyên pêwendîdar kir ku li Colemêrgê di warê avahîsaziyê de amadekariyên pêwîst bikin.

Prof. Dr. Ahmet Ovgun Ercan doh derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û got:

“Di serî de ez, 4 zanyarên erdê me cara yekem li ser erdhejeke zêdeyî 7 pileya rîxterê ya li Colemêrgê li hev kir.

Zanyarê Fîzîka erdê Prof. Dr. Ahmet Ovgun Ercan û zanyarên erdê Prof. Dr. Nacî Gorur, Prof. Dr. Okan Tuysuz û Prof. Dr. Dogan Perînçek. Divê karê serekî yê Colemêrg nûjenkirina bajêr be."

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê 31ê Kanûna Pêşîna 2023yan û 1ê Paşîna 2024an 3 erdhejên bi hêzên 4.4, 3.5 û 4.5 pile çê bûbûn û di wan erdhejan de derdora 30 xaniyan zerer dîtibûn. Piştî wê erdhejê pispor berdewam ji bo Colemêrgê hişyariya erdhejeke 7 pile û zêdetir didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst