VÎDEOWALL – Mijarên gera sêyem ên Diyaloga Kurdî-Kurdî

06-01-2021
Danûstandinan bêhtir ji 3 mehan dirêj kir
Danûstandinan bêhtir ji 3 mehan dirêj kir
Nîşan Diyaloga Kurdî-Kurdî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Destpêkirina sêyemîn qonaxa danûstandinên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) yek ji mijarên herî balkêş e li Rojavayê Kurdistanê.

Daxuyaniya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî derbarê encamdana hilbijartinan li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rrojhilatê Sûriyê di nava vê salê de, aliyên siyasî xistine nav tevgerê û mijara danûstandinê di rojeva siyasî de germ kiriye.

Ji aliyekî din ve, daxuyaniyên şandiyê taybet ê Amerîkayê derbarê berdewamiya şerê li dijî DAIŞê û rewşa Eyn Îsa hinekî piştrastî li Rojavayê Kurdistanê peyda kiriye.

Biryar e gera sêyem ji danûstandinên Kurdî – Kurdî bê destpêkirin û di gera sêyem de mijarên girêdayî hilbijartin, ewlehî û leşkeriyê bêne gotûbêjkirin.

Tê pêşbînîkirin ku di navbera 6 û 7ê vê meha Çile de, nûnerên Amerîkî ji bo serperiştiya danûstandinên ENKS û PYNKê bigihêjin Rojavayê Kurdistanê.

Ebdulkerîm Mihemed, endamê polîtbîroya PDK-Sê ji Rûdawê re eşkere kir ku dema roja 15/12/2020an, nûnerên Amerîkî ligel PYNK û ENKSê civiyan, wan soz dabûn ku di heftiya yekem de ji vê meha Çile vegerin û dest bi danûstandinan bê kirin.

26ê Nîsana 2020an William Roback li Rojavayê Kurdistanê hevdîtin ligel nûnerên 22 partiyîn Kurdî kir, ku ew jî yên ENKSê û PYNKê bûn.

16yê Hezîrana 2020an li Hesekê, şandên herdu aliyên ENKSê û PYNKê gera yekem ji diyalogê bidawî anî.

Herdu alî bi serperiştiya şandiyê Amerîkî gihiştin nerîneke siyasî ya hevbeş û hevtêgihiştinên seretayî.

Rêkeftina Duhokê ya Cotmeha 2014an, dibe bingeha sereke ya wan danûstandinan, derbarê desthilat, rêveberî, parastin û berevaniyê.

Herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kir ku bigihêjin hevtêgihiştin û yekrêziya Kurdî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî daxuyaniya hevbeş, eger heye ku di demek nêzîk de, herdu alî bigihêjin rêkeftineke giştî.

Heta niha derbarê pirsa ewlehî û leşkerî lihevkirin pêk nehatiye, bi taybetî mijara derbasbûna Leşerkên Roj bo Rojavayê Kurdistanê, herwiha egera dirustkirina hêzeke hevbeş ji herdu aliyan hêj yekalî nebûye.

Danûstandinan bêhtir ji 3 mehan dirêj kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst