Li Sêrtê qeza: Kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn

05-12-2023
RÛDAW
Nîşan Êlih Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Misircê ya Sêrta Bakurê Kurdistanê di qezaya ku 3 otomobîl li hev qelibîn de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Sêrt û Êlihê li nêzîkî gundê Bîra Kurediyayê otomobîlên ku nasnameya şofêrên wan hîn ne diyar in li hev qelibîn.

Di qezayê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê ekîbên AFAD, agirkujî, tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên li bajêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst