Girtiyê Kurd ê di zîndaneke Rojava de nexweş ketibû, jiyana xwe ji dest da

05-12-2016
RÛDAW
Nîşan Girtiyê Kurd Selah Yûnis Rêveberiya Xweser Rojava Zîndan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd Selah Yûnis ku di girtîgeha Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de nexweş ketibû û xaniyê xwe bi rehîne dabû ji bo ku ji girtîgehê derkeve û li Başûrê Kurdistanê bê dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

 

Rayedarên zîndana ser bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve bi merc rê didin, ku girtiyê Kurd Selah Yûnis bo dermankirina nexweşiya xwe derkeve derve.

 

Malbata Selah Yûnis ji Rûdawê re ragihand, ku ji bo ku Selah ji girtîgehê derkeve û bikaribe nexweşiya xwe derman bike, xaniyên xwe rehîne danî, heta ku cardin vegere girtîgehê.

 

Piştî ku Selah ji zîndanê derdikeve, bo çareserkirina nexweşiya xwe tê Başûrê Kurdistanê, lê belê ji ber ku êş û nexweşiya pê re êdî giran bibû, çareseriya wî serkevtî nebû û li Başûêr Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

 

Her îro cenazeyê Selah Yûnis bi rêya deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka bo Rojavayê Kurdistanê hat şandin.

 

Malbata Selah Yûnis ji Rûdawê re ragihand, Selah dema ku girtî bû, nexweş ketibû, lê belê rayedarên girtîgeha ser bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê rê nedabûne wî, ji bo ku li derveyî zîndanê were dermankirin.

 

Malbata Selah Yûnis herwiha da xuyakirin, ji ber ku rê bi Selah nehat dan ku di dema xwe de ji zîndanê derkeve û nexweşiya xwe derman bike, nexweşî lê giran bibû û piştre îltîhabeke giran avêtibû çav û sîngê wî.

 

Li gorî gotina malbatê, ev yek bû sedem ku Selah Yûnis jiyana xwe ji dest bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst