Li dijî avahiya HDPê êrişa çekdarî pêk hat

05-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kanîreşê ser bi parêzgeha Çewlikê ya Bakurê Kurdistanê avahiya HDPê ket ber êrîşeke bi çekan.

Şevê din demjimêr 02:00 navenda HDPê ya li navçeya Kanîreşê ser bi parêzgeha Çewligê hat gulebarankirin.

Li gor agahiyan du gule li nava avahiyê ketine xwarê û zerarên maddî çêbûne. Herwiha tê gotin ku kesê êrişîkar ê bi navê Tanju Bingol ji aliyê hêzên elwhiyê ve hatiye desteserkirin.

Serokê HDPê yê navçeya Kanîreşê Firat Nadir Bingol li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyên wê êrişê belav kirine û nivîsiye: “Em vê êrişa bi çekê ya nemerdane ku dijî avahiya me ya HDPê ya Kanîreşê hatiye kirin şermezar dikin û bila bê zanîn ku Kanîreş keleha HDPê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst