Mesrûr Barzanî: Şingal a Kurdistanê ye lê niha hatiye dagirkirin

06-07-2023
RÛDAW
Nîşan Serokwezîr û Xelk Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di bernameya bi navê 'Serokwezîr û Xelk' de bersiva pirsên xelkê dide. Mesrûr Barzanî di bersiva Kurd a Êzidî Samiya Simo ya ku ji destê DAIŞê hate rizgarkirin de got, “Şingal a Kurdistanê ye lê niha hatiye dagirkirin.”

Bernameya 'Serokwezîr û Xelk' a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îşev Çarşemê ji aliyê Rûdawê ve hat weşandin. Di destpêkê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gotarek pêşkeş kir û got, “Di dema karkirina kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ez pê hisiyam ku gelek tişt kêm in ku têra çaksaziyan nakin û diviyabû ji destpêkê ve gelek tişt bihatana kirin.”

Mesrûr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de anî ziman, “Hêviya min heye awayê dîjîtalîzekirina desthilatdariyê hêsankariyê hem ji bo hikûmetê û hem jî ji bo welatiyan dike lê di gelek cihan de ev databas her nebûne, ji ber vê yekê min tîmeke taybet destnîşan kir ku bi wezaretan re kar bikin ji bo çêkirina vê databasê.”

Mesrûr Barzanî ragihand ku di kabîneya nehan de gelek karên baş hatine kirine lê belavbûna vîrusa Coronayê yek ji wan astengên li pêşiya çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn lewma demeke dirêj nekariye çaksaziyan wek pêwîst bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di beşeke din a axaftina xwe de eşkere kir ku ew krîzên ku di kabîneya nehan de ji bo Herêma Kurdistanê derketine, ti pêwendiya wan bi hikûmeta nehem re nînin û hatine çêkirin û got, “Hinek li ser asta navxweyî yan jî yên ku berjewendiyên wan hatine binpêkirin, yan jî hest bi metirsiyê kirin, li dijî vê hikûmetê dest bi tevgerê kirin û hinekan ji derveyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hewl dan ku fişara aborî û ewlekarî li ser vê hikûmetê bînin da ku em nekarin di erka xwe de bi ser bikevin.”

Mesrûr Barzanî her wiha diyar kir ku Herêma Kurdistanê niha di qonaxekê de ye ku piraniya qeyranan derbas kiriye û got, “Lê hîn dem maye ku em bikaribin bi hev re rûbirûyî pirsgirêkên pêşerojê jî bibin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî gotara xwe dor da beşdarên ku ji welatiyên Herêma Kurdistanê pêk dihatin pirsên xwe ji wî bikin.

Yek ji wan kesên beşdar Samiya Simo ya ku di sala 2014an de li Şingalê ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin û di destpêka meha borî de hate rizgarkirin û bi hevjînê Dexîl re piştî 9 salan careke din zewicî bû.

Samiya Simo ya ku tevî hevjînê xwe Dexîl beşdarî bernameyê bibû di pirsa xwe de got, “Rewşa Şingalê xirab e, rewşa kampan jî xirab e, min gelek êş dîtine û ez niha di kampê de dimînim. Ez dixwazim hûn tiştekî ji Êzidiyan û Şingalê re bikin û em nizanin Şingal ser bi Bexdayê ve ye yan ser bi Kurdistanê ve ye û min gelek êş û azar li Iraqê dîtine.”

Mesrûr Barzanî di bersiva Samiya Simo de anî ziman, “Di serî de ez bixêrhatina te û pîrozbahiyê li we dikim ku we careke din daweta xwe kiriye. Bê guman ev tiştê ku bi ser Şingalê de hatiye em hemû pê nerehet in û êşeke mezin gihandiye me hemûyan. Şingal ser bi Kurdistanê ve ye lê niha hatiye dagirkirin. Zulm û tehdeya li Şingalê hatiye kirin heta niha jî berdewam e.”

Mesrûr Barzanî her wiha got, “Dema DAIŞê ew tawanên li dijî Şingalê û li deverên din ên Kurdistanê encam dan. Ez bi xwe li mîhwera 8 bi Cenabê Serok re Pêşmerge bûm û 52 rojan em di otomobîlê de raketin û heta me Şingal wernegirt em venegeriyane. Me ji bo ku Şingal bê rizgarkirin 500 şehîd dan. Gelek alî hene li ser Şingalê tiştan dibêjin lê yên ku Şingal rizgar kirine em bûn. Piştî ku xiyaneta 16ê Cotmehê hate kirin careke din hikûmet vegeriya ku Şingal nebe cihê şer û pevçûnan, xelkê me bê kuştin vê carê me rêkeftinek kir. Me rêkeftinek bi Hikûmeta Iraqê re kir ku rewşa Şingalê were çareserkirin.”

Temamiya bernameya "Serokwezîr û Xelk":

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst