Hêzên Tirkiye 3 gundên Minbicê û Eyn Îsa topbaran kirin: kesekî canê xwe ji dest da

05-07-2022
RÛDAW
Nîşan Minbic Eyn Îsa Topbarana Tirkiyê Mûşekbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Hoşan ku dikeve rojavayê bajarokê Eyn Îsayê li bakurê Reqayê, ji ber mûşekbara hêzên Tirkiye welatiyekî cane xwe ji dest da û 3 kesên din jî birîndar bûn , di nav wan de 2 zarok hene. Her wiha Hêzên Tirkiye û grûpên çekdar girêdayî wê, gundên Tuxar, Cat û Hoşeriye li bakurê rojhilatê Minbicê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 4ê Tîrmeha 2022an li gundê Hoşan ku dikeve rojavayê bajarokê Eyn Îsayê li bakurê Reqayê, ji ber mûşekbara hêzên Tirkiye welatiyekî cane xwe ji dest da, û 3 kesên din jî birîndar bûn , di nav wan de 2 zarok hene.

2ê Tîrmehê jî, hêzên Tirkiye gundê Seyda û Rêya M4  a navdewletî li derdora Eyn Îsayê mûşekbaran kiribûn.

Her wiha hat ragihandin Hêzên Tirkiye û grûpên çekdar girêdayî wê, gundên Tuxar, Cat û Hoşeriye li bakurê rojhilatê Minbicê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 4ê Temûzê Hêzên Tirkiye û grûpên çekdar girêdayî wê, gundên Tuxar, Cat û Hoşeriye li bakurê rojhilatê Minbic topbaran kirin.

3ê Temûzê jî, Hêzên Tirkiye û grûpên çekdar girêdayî wê, gundên Dendeniye, Camûsiye, Yilînî û Mihsinlî li çeperê çemê Sacûr li bakurê Minbicê mûşekbaran kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst