Li Efrînê destdanîna ser malên Kurdan berdewam e

05-06-2022
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvanên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihandin ku çekdarên grûpa El Sultan Silêman Şah ên ku wek “El-Emşat” tê zanîn, dest danîne ser du malên Kurdan li gundê Kaxire ya navçeya Mabatlî ya Efrînê û ew mal kirine baregehên leşkerî.

Destdanîna ser malên Kurdan, piştî operasyona artêşa Tirkiyê li ser bajarê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ya di sala 2018an de dest pê kir.

Li Efrînê çekdarekî Cebhe El-Şamiye yê ji bajarê Humisê dest danî ser maleke li Taxa Eşrefiyê û mehane bi 35 dolaran daye kirê.

Her wiha çekdarekî El Sultan Mihemed El-Fetih jî dest danî ser maleke li Taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê û bi 800 dolaran firote Polîsan.

SOHRê li ser 54 binpêkirinên din diyar kiriye:

Çar bûyerên firotina malên awareyan ku berê bi zorê hatibûn desteserkirin ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve. Xanî bi buhayên erzan û bi taybetî bi dolarê Amerîkî hatin firotin.

Destdanîna ser dikanan û zeviyên çandiniyê ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve.

17 bûyerên sepandina bacê li ser sivîlan ji aliyê çekdar û polîsên leşkerî ve.

18 bûyerên birîna darên fêkiyan ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve ku zêdetirî 485 darên zeytûnan li gund û navçeyên Efrînê hatin birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst