Berpirsên partiyên siyasî girîngiyeke zêde didin dengên Kurdan

05-05-2023
RÛDAW
Berpirsên partiyên siyasî girîngiyeke zêde didin dengên Kurdan
Berpirsên partiyên siyasî girîngiyeke zêde didin dengên Kurdan
Nîşan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên partiyên siyasî li bajarên cuda dest bi bangeşeya xwe kirine. Piraniya wan jî berê xwe dane Bakurê Kurdistanê û dengên Kurdan ji bo wan gelek girîng in. Weke mînak, di demekê de ku Hevseroka HDPê li Erzeromê bû, Cîgirê Serokê AKPê Bînalî Yildirim jî çûbû Mûşê. Beriya wan jî Kemal Kiliçdaroglu li Wan û Agiriyê du mitîng encam dan.

Ji hilbijartinên serokkomarî û Parlamentoya Tirkiyê re tenê 10 roj mane, di hilbijartinan de dengên Kurdan bi taybetî ji bo serokkmariyê yekalîker in. Vê girîngiyê wiha kiriye partiyên siyasî giraniya xwe bidin Bakurê Kurdistanê.

Hevseroka HDPê Pervin Buldan ku di bin navê Partiya Çep a Kesk de beşdarî hilbijartinan dibin, roja 3ê Gulanê li navçeya Xinisê ser bi parêzgeha Erzerom a Bakurê Kurdistanê bû.

Hevseroka HDPê Pervin Buldan anî ziman, “Êdî ne pêkan e, ku Partiya Çep a Kesk li parlamentoyê kêmtir ji 100 parlamenterî bidest bixe. Ji ber ku ji rewşa heyî diyar e. Bi jin, zarok û kal û pîran, bi Tirk, Kurd, Elewî û Suniyan li vî welatî hemû kes, kesên li hember wan cudakarî hatiye kirin, zilm lê hatiye kirin, rûbirûyê zext û tûndûtûjiyê bûne biryara xwe dane.”

Cîgirê Serokê AK Partiyê Binali Yildirim jî li bajarê cîranê Erzeromê li Mûşa Bakurê Kurdistanê bû. Yildirim, Hevpeymaniya Millet, bi wê yekê tohmetbar kir, ku PKK piştevaniya wan dike.

Cîgirê Serokê AK Partiyê Binali Yildirim got, “Hûn çima nabêjin pêwîstiya me bi dengê we nîne. We xwîna bi hezaran mirovan rijandiye, pêwîstiya me bi dengê we nîne. Hûn nikarin bibêjin, ji ber ku hûn rêheval in.”

Serokê CHPê û Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu jî roja Sêşemê li parêzgehên Agirî û Wanê yên Bakurê Kurdistanê 2 miting saz kirin û beşek ji dengderên Partiya Çep a Kesk -YSP- jî bi alên xwe beşdar bûn ku partiya wan biryar daye bo serokkomariyê piştevaniya Kiliçdaroglu bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst