Dahata herî kêm a li Tirkiyê li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê ye

05-05-2023
RÛDAW
Nîşan Dahata Herî Kêm Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, dahata herî kêm a kesayetî li parêzgehên Wan, Mûş, Bêdlîs û Colemêrgê bi dest dikeve.

Saziya Amarên Tirkiyê(TUIK), amarên dahata kesayetî yên sala 2022ê yên 81 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê eşkere kirin. Li gor amaran xelkê herî hejar û xizan li parêzgehên Wan, Mûş, Bêdlîs û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê ne û yên herî dewlemend li parêzgehên Stenbol, Enqere û Îzmirê yên Tirkiyê ne.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, dahata kesayetî ya salane li gor sala par %28.3 zêde bûye û bi giştî gihiştiye 98 hezar û 416 lîre, ku dike nêzîkî 5 hezar dolar.

Dahata herî zêde ya kesayetiyan bi rêjeya %46.2 ji mûçeyan tê, ku li gor sala 2021ê %0.9 kêm bûye. Di rêza duyem de jî bi rêjeya %21 dahata bazirganîkirinê ye, ku li gor sala 2021ê %3.5 zêde bûye.

Dahata herî zêde ya giştî kesên zanîngeh temam kirine bidest xistine, ku salane 87 hezar û 451 lîre bûye. Dahata kesên amadehî temam kirine bi giştî serê kesayetiyekî salane 62 hezar û 835 lîre ye, dahata kesên dibistana navîn temam kirine salane 46 hezar û 916 lîre ye û dahata dibistana seretayî-yekem temam kirine salane 34 hezar û 755 lîre ye û dahata kesên ti dibistanek nexwendine salane 25 hezar û 406 lîre ye.

Dahata kesên kasibkar û xwedî kargehan salane bi giştî 220 hezar û 482 lîre, dahata kesên li ser hesabê xwe kar dikin 58 hezar û 697 lîre, dahata kesên bi mûçe dixebitin 56 hezar û 899 lîre û dahata kesên bi heqdest dixebitin salane 25 hezar û 632 lîre bûye.

Li gor amaran xelkê herî hejar û xizan li parêzgehên Wan, Mûş, Bêdlîs û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê ne ku dahata kesayetî ya salane bi giştî 23 hezar û 63 lîre bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst