Agir bi Bazara Şêxella ya Hewlêrê ket

05-04-2023
RÛDAW
Agir bi Bazara Şêxella ya Hewlêrê ket
Agir bi Bazara Şêxella ya Hewlêrê ket
Nîşan Bazara Şêxella Hewlêr Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Agirekî mezin bi Bazara Şêxella ya Hewlêrê ket û di encamê de hejmareke zêde ya dukanan şewitîn, Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê ragihand ku li gorî şahidan zû gihîştine cihê bûyerê, wan agir kontrol kirine.

Li gorî vîdeoyên ku welatiyan ji Rûdawê re şandine, şewat mezin bûye û dengê teqînên biçûk jî ji nav tê bihîstin û şahidekî got, “Ji ber şewat û germahiya zêde tekerên li ser erebeyên sûkê teqiyane û bêhneke ne xweş belav kirine.”

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê Serkewt Kareş ji Rûdawê re ragihand, “Hejmarek dukanên bazarê şewitîn û me 5 tîm şandin cihê bûyerê.”

Nûçegihanê Rûdawê Bextiyar Qadir ji cihê bûyerê ragihand, “Agir bi çend cihên bazarê ketiye û tîmên berevaniya sivîl gihîştinê.”

Şahidê bûyerê Hawkar Yasîn ji Rûdawê re got, “Dukaneke birayên min di nav bazarê de heye û bi bihayê nêzîkî 20 heta 30 milyon dînaran kelûpelên wî şewîtine.”

Hawkar Yasîn her wiha anî ziman, “Destpêkê li vir şewat derket û piştre bû mezin bû. Li gorî me 300 heta 400 dukan şewitîne. Şukir ji Xwedê re berevaniya sivîl zû hat.”

Bazara Şêxella li navenda bajarê Hewlêrê ye û bazareke nîştimanî ye ku ji xwarin û elektrîkê heta cil û berg û sebze û fêkiyan, her cure kelûpel lê têne firotin.

Li gorî şahidan û berevaniya sivîl, ziyanên canî çênebûne lê ziyaneke zêde ya madî çêbûye.

Rayedarekî Berevaniya Sivîl ji Rûdawê re got, “Agir hatiye kontrolkirin û heta niha herî kêm 100 erebaneyên nav bazar şewitîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst