Li bakurê welêt berf û baran e, hişyarî hat dayîn

05-02-2025
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Hişyarî Berf û Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Meteorolojiyê ji bo çend bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê ya bi koda zer da.

Îsal li gorî par li Bakurê Kurdistanê berf gelekî kêm bariya, lewra çavê xelkê li ser wê yekê ye ku di vê meha dawî ya zivistanê de berfa pêwîst bibare.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê rapora rewşa hewayê belav kir û da zanîn ku dê li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê berf û baran bibarin.

Li gorî raporê tê texmînkirin ku bi bayê bakur ê xurt re dê pileyên germahiyê li çend bajarên Bakurê Kurdistanê heta 4-10 pileyan dakevin.

Her wiha ji bo çend bajaran hişyariya bi koda zer hat dayîn.

Li gor pêşbîniyên Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, dê îro û sibe li parêzgehên wekî Erdexan, Qers, Îdir, Wan, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Mûş, Erzirom, Çewlîg, Erzingan, Dêrsim, Xarpêt, Meletî, Sêwaz û Dîlokê berf û baran bibarin.

Her wiha hat gotin ku tê çaverêkirin li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê car bi car bager hebe û hişyariya wergirtina tedbîran hat dayîn.

Di heman demê de ji bo xelkê herêmê hişyariya aşûtê jî hat dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst