Nirxê pîvaz li bazarên Herêma Kurdistanê bilind bûye

05-02-2023
RÛDAW
Nîşan Pîvaz Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê kîloyek pîvaz li halên Silêmanî, Hewlêr û Duhokê gihîştiye 1800 heta 1900 dînaran ku ew jî 1.29 dolaran dike. Li derveyî halan jî derdora 2500 dînaran tê firotin. Berpirsê Halê yê Duhokê got, “Her tişt biha bûye lê pîvaz bi dest jî nakeve.”

Serokê Komîteya Yekîtiya Çandiniyê ya Silêmaniyê Serwer Elî îro Yekşemê 5ê Sibata 2023an ji Rûdawê re ragihand, “Necigiriya dînarê bandor li halê kiriye. Li aliyekê em zerermend in û li aliyê din jî em neçar in ku kirîn û firotinê bikin. Mînak sêv li halê bi hezar dînarî ye, pîvazên spî yên Îranê berê li halê bi 450 dînar bû lê niha bi hezar û 700 dînar e û li derve bi 2 hezar 500 dînaran tê firotin.”

Serwer Elî zêdebûna nirxê pîvaz bi guhertina siyaseta Îranê ve girêda û anî ziman, “Îranê baca gumrikê li ser berhemên sereke ne sepandiye. Mînak kîloyek pîvaz ji 450 heta 500 dînar baca gumrikê daniye ser.”

Xwediyê hala Duhokê Saad Mueyed jî ji Rûdawê re got, “Her tişt buha bûye lê pîvaz bi dest jî nakeve. Heger bi dest bikeve li halê kîloya wê heta hezar û 900 dînaran bilind dibe, li derve jî heta 2 hezar û 500 dînaran bilind dibe. Îranê 14 hezar tumen ku nêzîkî 500 dînaran dike baca gumrikê sepandiye.”

Li aliyê din endamê Encûmena Halê ya Hewlêrê Dana Ezîz ji Rûdawê re ragihand, “Li halan her tişt biha bûye, bi taybetî jî pîvaz ji her tiştî girantir bûye. Pîvaz li halê bi 1800 dînar û li derve bi 2500 dînar tê firotin. Guhertina nirxê dînar bandorê li bazara me jî dike û tenê welatî berdêla wê didin.”

Bi gotina Dana Ezîz, li hemû welatan nirxê berheman bilind bûye û niha Îranê jî bac zêde kir û got, “Mûz ji welatên Efrîka, Brezîl û Amerîkayê tê, berê kartona wê bi 18 hezar dînaran bû lê niha bûye 29-30 hezar dînar.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst