Kampanya dersa bijarte ya Kurdî berfireh bû

05-02-2022
RÛDAW
Proseya dersa bijarte heta 7ê Sibata 2022ê berdewam dibe
Proseya dersa bijarte heta 7ê Sibata 2022ê berdewam dibe
Nîşan Dersa Bijarte Dersa Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kampanya “Kurdî Hilbijêre” ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê destpê kiriye, derî li ber guhertina zimanê siyaseta Kurdî li wî parçeyê Kurdistanê vekiriye.

Herçiqas heta niha ne xuya ye ka kampanyayê bandoreke çawa li xwendekarên Kurd û dayîk û bavên wan kiriye bi hilbijartina dersa zimanê Kurdî di çarçoveya destnîşankirina dersa bijarte de, lê ji niha ve bandor li gotarên partiyên siyasî kiriye.

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustefa Ozçelik siyaseta partiyên Kurdî rexne dike ku di vê mijarê de xemsar bûne.

Mustafa Ozçelîk bibîr dixe ku zêdetirî 100 şaredarî di destê Kurdan de hebûn û dibêje, “Kurdan dikarî gelek kursan vekin. Di navbera 2013-2015 de şer tune bû. Şaredariyan mixabin berpirsyariyên xwe bicih neanîn. HDP ku dengê 6 milyon Kurdan wergirt, hessasiyeta pêwîst nîşan neda. Eger rola xwe wê demê lîstiba, niha bi hezaran Kurdan Kurdî dizanîn.”

Ozçelîk balê dikişîne ser siyaseta Tirkiyê ya taybet piştî sala 2015an û diyar dike ku wê siyasetê li ser xelkê tirseke mezin çêkir, “lewma daxwaz (bo dersa Kurdî) gelek kêm bû” û nimûneyekê jî dide, “Di dibistanekê de 500 xwendekar hebin û eger tenê 10 xwendekaran Kurdî hilbijartibin, dê bibin  hedef. Lê eger 200-300 xwendekar hilbijêrin, dê asayî bibe. Divê em jî vê rewşê asayî bikin.”

Di sîstema perwerdê ya Tirkiyê de, Tirkî take zimanê fermî yê xwendinê ye. Herçiqas ji sala 2012am ve zimanê Kurdî wek dersa bijarte li dibistanan tê xwendin, lê ji ber sedemên cuda prose bi fermî jî nebe, di pratîkê de hatiye rawestandin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji destpêkê ve bi hinceta ku daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî dikin, dersa bijarte ya Kurdî red kir, lê îsal ligel germbûna kampanya “Kurdî Hilbijêre”, HDP daxwazê ji xwendekarên Kurd dike ku dersa zimanê Kurdî hilbijêrin.

Hevseroka DBPê Saliha Aydeniz jî got: “Perwerdehiya zimanê dayîkê mafê mirovahiyê ye, ziman hebûn û rûmet e, ji bo astengiya li hemberî perwerdehiya Kurdî, dersên Kurdî hilbijêrin.”

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bo sala xwendinê ya 2022 û 2023ê, 3ê Çileya 2022ê proseya hilbijartina dersa Kurdî ya bijarte destpê kiribû. Ev prose heta 7ê Sibata 2022ê berdewam dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst