Li Riha û Êlihê xebatên hilbijartina dersa Kurdî berdewam in

08-02-2024
Mihemed Emîn Demir
Li Riha û Êlihê xebatên hilbijartina dersa Kurdî berdewam in
Li Riha û Êlihê xebatên hilbijartina dersa Kurdî berdewam in
Nîşan Dersa Kurdî Riha Êlih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartina dersên Kurmancî û Zazakî ji bo polên 5, 6, 7 û 8an tenê 4 roj mane.

Rêxistin, komele, sazî û kesayetiyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê, ji bo dersên Kurmancî û Zazakî yên bijarde xebatên xwe berdewam dikin.

Li aliyekî li cade û kolanan belavokan belav dikin û zanyariyan didin xelkê, li aliyê din serdana dibistanan dikin û bi rêvebiran re hevdîtinan dikin.

Li Êlihê jî Komeleya Ehmedê Xanî ji bo dersên bijarte di nav hewldaneke zêde de ye.

Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Êlihê Mihemed Seîd Temel li ser girîngiya hilbijartina dersa Kurdî axivî.

Komîsyona Ziman a Baroya Rihayê jî bi belavkirina belavok û serdana dibistanan xebatên dersa Kurdî berdewam dike.

Parêzerê Baroya Rihayê Nurullah Kuçukoglu jî behsa hilbijartina dersa Kurdî ya li Rihayê kir.

Li gorî rêziknameya Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê, li her dibistanekê eger ji bo her polekê 10 xwendekar daxwaza dersên bijarde yên Kurmancî û Zazakî bikin, mamostayekî Kurdî ji bo wan tê erkdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst