Li Taxa Newrozê ya Kerkûkê çi bû?

05-01-2024
Nîşan Kerkûk Taxa Newrozê Artêşa Îraqê Kurd Zext
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Taxa Newrozê ya Kerkûkê ev çend roj in di bin dorpêça leşkerên Îraqê de bû lê piştî berxwedana şêniyên taxê û hewlên rayedarên Kurd leşker ji taxê vekişiyan.

Artêşa Îraqê piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn zext û zorê li Kurdên Taxa Newrozê dike ku malên xwe bar bikin.

Li Taxa Newrozê 122 xanî hene ku 172 malbatên Kurd li wan dijîn.

Şêniyên taxê dibêjin ji hatina van leşkeran nîgeran in çimkî beriya hatina van leşkeran jî Îraqê xwestiye wan koçber bike lê ji aliyê qanûnî ve nekariye.

Artêşa Îraqê îdia dike ku ev tax milkê Wezareta Parastinê ya Îraqê ye.

Rejîma Beasê li ser axa Kurdan avahî lê kiribûn û ev avahî dabûn kesên nêzîkî xwe.

Hinek malbatên ku ji Kerkûkê hatibûn nefîkirin piştî sala 2003yan vegeriyabûn bajêr li van avahiyan bi cih bûbûn.

Niha leşkerên Îraqê dixwazin careke din van malbatên Kurd bixin ser rê û dirbên koçberiyê.

Piştî ku hewlên wan ên berê yên ji bo koçberkirina Kurdan bi ser neketin, çend roj berê leşkeran dîsa bi ser Taxa Newrozê de girt.

Leşker derî bi derî li malan geriyan, hejmar li malan xistin û ji şêniyên taxê xwest ku ji malên xwe derkevin.

Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdula ji Rûdawê re da zanîn, “Serokwezîrê Îraqê ferman da ku leşker ji Taxa Newrozê ya Kerkûkê vekişin.”

Piştî fermana Serokwezîrê Îraqê hat îdiakirin ku leşker vekişiyane lê doh berêvarî leşkeran careke din bi ser vê taxa Kurdan de girt.

Leşkeran hewl da bi darê zorê û hêza çekan malên Kurdan vala bikin lê Kurdên taxê li ber xwe da wan got ku ji malên xwe dernakevin.

Leşkeran asta zextên xwe vê carê zêdetir kir û wan 3 kes desteser kirin.

"Ev binpêkirin nayên qebûlkirin"

Li aliyê din, Wezîrê Dadê yê Îraqê Xalid Şiwanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Ez bi Serokwezîrê Îraqê re axivîm. Me behsa vê yekê kir ku ev binpêkirin nayên qebûlkirin. Ez bi Wezîrê Parastinê re jî axivîm, wan ferman daye ku ev hêz ji Taxa Newrozê vekişin.”

Piştî berxwedana şêniyên taxê û hewlên rayedarên Kurd ev leşker careke din ji Taxa Newrozê vekişiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst