Li Şirnexê du mînîbus li hev qelibîn: 12 kes birîndar bûn

05-01-2024
RÛDAW
Nîşan Şirnex Qeza Qileban
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qilebanê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê 2 mînîbus li hev qelibîn, 12 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, doh li ser rêya di navbera gundên Mergeh û Bêcuhê yên navçeya Qilebanê de mînîbûseke rêwiyan û mînîbuseke girtî ya bar li hev qelibîn.

Di bûyerê de 12 kesên di her du mînîbusan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyên Qileban û Şirnexê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst