ŞIRNEX- Brûskê li kerî da: Bi dehan mih û bizin mirar bûn

09-06-2024
Ferdî Sak
Nîşan Şirnex Kerî Brûsk Qileban
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Mergehê yê navçeya Qilebanê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, brûskê li keriyê pez da nêzikî 200 pezî mirar bûn.

Bûyer şeva borî li gundê Mergehê yê girêdayî navçeya Qilebanê çêbû.

Li gorî zanyariyên ku hatine ji Rûdawê re, şivanên gund ajelên xwe ji bo çêriyê biribûn derdora gund lê derengê şevê dema pez ketibû mexel brûskê lê daye.

Piştî bûyerê xelk bi hewara şivan û keriyê xwe yê pez ve çûye.

Mesut Yilmazê ku şêniyekî gund e ji Rûdawê re got, di bûyerê de şivanên wan silamet in lê nêzîkî 200 mih û bizinên gundiyan mirar bûne.

Li gorî agahiyan, gundiyan pêwendî bi Rêveberiya Çandinî û Ajeldariyê ya Qilebanê re kiriye da ku tezmînata zerer û ziyanên xwe bistînin.

Lê belê Rêveberê Çandinî û Ajeldariyê yê Qilebanê ji wan re gotiye ku ajelên wan ne sîgortakirî ne û ji ber wê yekê nikarin tezmînatê bistînin.

Xelkê gund dibêjin ji ber bûyerê zerereke zêde ya madî gihiştiye wan û dixwazin aliyên pêwendîdar tiştê pêwîst bikin.

Beşek ji dîmenên lêdana birûskê û ajelên mirar bi taybetî ji Rûdawê re hatin şandin.

Gundê Mergehê dikeve ser sînorê bakur û başûrê Kurdistanê.

Çandinî û ajeldarî take deriyê dahatê yê xelkê gund e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst