Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çermûgê ya Amedê muxtar Yilmaz Koca (44) kuştî hat dîtin.
Bûyer bi şev li gundê Şêxandedeyê yê navçeya Çermûgê ya Amedê qewimî.
Li gorî îdiayê Yilmaz Koca ji bo ku êm bide ajelên xwe çû kadîna nêzîkî mala xwe.
Piştî hevjîna wî ferq kir ku ew hîn venegeriyaye malê, çû kadînê û dît ku hevjînê wê ji serê xwe gule xwariye û li erdê ye.
Li gorî nûçeya DHAyê, li ser agahdariyê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Hat diyarkirin ku muxtar Yilmaz Koca canê xwe ji dest daye.
Tîman ji bo otopsiyê cenaze bir Saziya Tiba Edlî ya Amedê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse