Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li konsulê nû yê Holandayê kir

04-12-2022
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Jaco Beerends Holanda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê nû yê Holandayê kir û ji bo destpêkirina erk pîrozbahî li wî kir û piştgiriya xwe û Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina wî di erkê nû de anî ziman.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, îro Yekşemê 4ê Berfanbara 2022an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Konsulê Giştî yê nû yê Holendayê Jaco Beerends re civiya û ji bo destbikarbûna wî pîrozbahî lê kir û hêviya serkeftina di erkê wî de xwest. Her wiha piştevaniya xwe û Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina erkê wî dupat kir.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatî dayîn, her du aliyan daxwaza xwe ya ji bo berfirehkirina peywendiyan di hemû waran de û bi taybetî di warê çandiniyê de nîşan dan.

Nêçîrvan Barzanî spasiya Herêma Kurdistanê bo piştgirî û alîkariya di dema şerê li dijî DAIŞê de ji bo piştevaniya Hikûmeta Holandayê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst