Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpên girêdayî Tirkiyê berhemên cotkarên Kurd li Efrînê talan dikin û hejmarek darzeytûn dibirrin.
Li gor çavkaniyên xwecihî, çekdarên grûpa Siqûr el Şam berhemên 65 darzeytûnên welatiyekî Kurd bi navê Ebdulrehman Mihemed ji gundê Dêrwîş ê ser bi nahiyeya Şera ya Efrînê ve talan kirine.
Li gundê Kora yê ser bi Cindirêsê ve jî, çekdarên Ehrar el Şam 2 teneke zeyt wekî baca zorane li ser cotkarên Kurd ferz kirine.
Çavkaniyên xwecihî herwiha diyar kirine, çekdarên grûpa Sulatan Murad jî li derdora Efrînê 1 teneke zeyt û 50 dolar ji cotkarên Kurd distînin.
Ji aliyekî din ve, çekdarên Ehrar el Şerqiye 80 darzeytûnên cotkarên Kurd li herdu gundên Stêe û Eyn Hecerê birrîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse