Parêzerê girtiyên DAIŞî: Rojava ji ber ne dewlet e nikare wan dadgeh bike

04-10-2022
Hisên Omer
Rêveberiya Xweser amadekariya dadgehkirina çekdarên DAIŞê dike
Rêveberiya Xweser amadekariya dadgehkirina çekdarên DAIŞê dike
Nîşan Girtiyên DAIŞî Rojavayê Kurdistanê Dadgehkirina Çekdarên DAIŞê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a bakurê û rojhilatê Sûriyê amadekariyan ji bo destpêkirina dadgehkirina hin ji van çekdarên DAIŞê yên di zindanên Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê dike. Kemal Akif, berdevkê Fermangeha Pêwendiyên derve ya Rêveberiyê ev yek ji medyayê re aşkere kiriye.

Derbarê vê biryarê de, Rûdawê pêwendî bi parêzerê Fransî Etienne Mangeot ku parêzerê hejmarek girtiyên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê ye kir û nêrîna wî li ser prosesa dagehkirinê wergit.

Parêzer Etienne Mangeot got: “Ez agahdar im ji wan hewlên ku hatine dayin ji aliyên desthilatên Rojava ve ji dabînkirina pêdawîstiyên yasayî û dadwerî ji bo gerantîkirina azadî û mafên girtiyên. Lê astengiya heyî ew ku Rojava îro ne dewletek e, û ne beşeke ji civaka navdewletî, lewma jî nikare bi şêweyekî rewa gerantiyên rêzgirtina li mafan û azadiyê dabîn bike.”

Parêzerê Fransî ji Rûdawê re got, ew naxweze welatê wî Rojavayê Kurdistanê wekî peymankarekî di vê dosyeya dadwerî de bikar bîne, bel ku ew bi xwe hevwelatiyên xwe dad geh bike.

Mangeot dibêje: “Tişta din a ku ez hêvî nakim bibe, wekî parêzerekî Fransî, ew e ku welatê bin di dawiyê de Rojava wekî peymankarekî  bikar bîne di proseseke dadwerî de ku ew bi xwe nake, di demekê de ku dadwerên Fransî xwedî hemû şiyan in û hemû amûrên dadwerî li ber destê wan in da ku ew bi xwe hevwelatiyên Fransî yên li rojava girtî ne dadgeh bikin.”

Derbarê heman biryara Rêveberiya Xweser, Yasanas Mûsa Mûsa ku hilgirê Masster di yasaya navdewletî de ye, ji Rûdawê re got her çiqas bilez dosyeya girtiyên DAIŞê bê çareserkirin baş e, lê zehmetiyên wê jî hejmartin.

Di nava herdu salên borî de, Rêveberiya Xweser pir hewl da ku dadgeheke Navdewletî ji bo çekdarên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê girtî ne bê damezirandin, lê astengiyên yasayî yên navdewletî rê li van hewlan girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst