Li zanîngehên Herêma Kurdistanê xwendin bi du sîsteman destpê dike

04-10-2020
RÛDAW
Li Zanîngeha Silêmaniyê bi şêwazê elektronî dest bi xwendina sala nû tê kirin
Li Zanîngeha Silêmaniyê bi şêwazê elektronî dest bi xwendina sala nû tê kirin
Nîşan Zanîngeha Silêmaniyê Herêma Kurdistanê Sala Xwendinê Corona Sîstema Xwendinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedema Coronayê û rêkarên tendirustî yên xweparastinê, xwendin li zanîngehên Herêma Kurdistanê bi awayên cuda destpê dike.

Hêj Coronayê gewrîka cîhanê bernedaye. Roj li pey rojê, hejmara tûşbûyên bi wê virusê bêhtir dibe. Li piraniya welatan ji ber wê sedemê proseya xwendinê rawestiyaye.

Wezareta Xwendina Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îsal ji bo xwendina salekê yê xwendekaran sist nebe, desthilat daye zanîngehan ji bo destpêkirina xwendinê û birêveçûna xwendina corbicor li nav zanîngehan.

Li Zanîngeha Silêmaniyê bi şêwazê elektronî dest bi xwendina sala nû tê kirin.

Dr. Pêşrew Hemecan, Alîkarê Serokê Zanîngeha Silêmaniyê dibêje, şêwazê xwendinê li her zanîngehekê li gor taybetmendiyên wê ne û “lê bi şêweyekî giştî xwendin li hemû zanîngehan dê bi herdu sîsteman birêve diçe.”

Her yekê ji zanîngehên Selahedîn, Koye û Helebceyê biryar daye ku roja 4ê Cotmehê dest bi xwendina nav polan bê kirin. Zanîngeha Duhokê jî. Dibêje: Ji bo destpêkirinê çaverêyî rênimayên Wezareta Tendirustî ne.

Herwiha li zanîngehên ehlî jî, xwendinê destpê kiriye. Xwendina îsal li jêr çavdêrî û rêkarên tund ên tendirustî dibe.

Cewher Fetah, Serokê Zanîngeha Selahedîn, diyar dike, “Divê kolêj hemû rênimayên Wezareta Tendirustî cîbicî bikin.”

Wezareta Xwendina Bilind biryar dabû ku ji 20ê Îlonê heta 4ê Cotmehê xwendin destpê dike, I bo destpêkirinê jî, tiu dem li ber zanîngehan nemaye.

Sîstema xwendinê ya îsal, bi awayekî rengeren û corbicor dibe, ango, hem piştê bi sîstema elektronî, hem jî xwendina nav polan ve, girêdide.

Li Herêma Kurdistanê 17 zanîngehên hikûmî û 19 zanîngehên ehlî û 14 peymangehên ehlî hene.

Sala xwendinê ya 2019-2020 bi sedema belavbûna Virusa Coronayê, korsa duyem a xwendina xwe nexwend û dawî bi wê sala xwendinê anî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst