KERKÛK - Bombe bi efserekî pilebilind ê Îraqê de teqiya: Ya kê ye?

04-09-2024
RÛDAW
Efserê Îraqî Leys Heyalî \ Wêne Medyaya Civakî
Efserê Îraqî Leys Heyalî \ Wêne Medyaya Civakî
Nîşan Leys Heyalî Kerkûk Dûbis Şerê DAIŞê Artêşa Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bombeyeke ku DAIŞê kiribûye erdê bi otomobîla efserên pilebilind ê artêşa Îraqê de teqiya û ji ber teqînê efserek mir û efserek jî birîndar bû.

Berdevkê Birêvebiriya Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî ji Rûdawê re axivî û eşkere kir ku îşev saet 18:30an li gundê Tiwêlê yê nêzîkî Çiyayê Xereyê yê Dûbisê bombeyeke çandî ya DAIŞê bi otomobîleke efserekî Îraqê de teqiya.

Li gorî gotina Amir Nûrî, ji ber teqînê efserek mir û efserek jî birîndar bûye.

Li gorî zanyariyên Nûçegihanê Rûdawê yê Kerkûkê Hîwa Husamedîn navê efserê hatiye kuştin Leys Heyalî ye û Birêvebirê Îstîxbarata Yekîneya 8 a Operasyonên Kerkûkê bûye.

Hîwa Husamedîn eşkere kir ku efserê birîndar jî li nexweşxaneya Kerkûkê tê dermankirin.

Heta niha çekdarên DAIŞê li navçeya Dûbisê gelek caran êrişî hêzên Îraqê kiriye.

Artêşa Îraqê li hemberî êrişan bi balafiran şikeftên DAIŞê yên li herêmê bombebaran dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst