Erişa li Silêmaniyê: Nasnameya 3 kesan hat eşkerekirin!

04-09-2024
RÛDAW
Nîşan Xelekan Êrişa Dronan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) da zanîn ku qurbaniyên êrişa îro nahiyeya Xelekanê ya qezaya Dûkanê ya Silêmaniyê bav û du kur in.

Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Osman ji Rûdawê re ragihand:

“Qurbaniyên bombebarana li nahiyeya Xelekanê ya qezaya Dûkanê ya Silêmaniyê, endamên malbatekê ne.”

Kameran Osman li ser bombebaranê got:

“Muzafer Husên Xidir ji gundê Maxomezinanê yê nahiyeya Sengeserê ya navçeya Pişderê ye û bavê her du kurên ku pê re hatine kuştin e.

Karê wî li meydana Hacîawayê kirîn û firotina çekan bûye.”

Kameran Osman her wiha anî ziman:

“Di heman bûyerê de 2 kurên Muzafer ên bi navê Mihemed (18) ku xwendekarê pola 12an û Mubînê 14 salî canê xwe ji dest da.”

Qaymeqamê Dûkanê dabû zanîn ku êriş bi rêya dronê hatiye kirin û li gorî agahiyan 3 kuştî hene.

Birêvebirê nahiyeya Xelekanê Kameran Abdula ji Rûdawê re dabû zanîn ku di otomobîlê de 3 kes hebûn û her sêyan canê xwe ji dest daye. 

Kameran Abdula diyar kir ku laşên wan bi temamî şewitîne û nayên naskirin.

Her wiha êrişê li navbera gundê Mêrgepaşa û Xelekanê rû daye.

Heta niha nehatiye gotin bê dron a kê ye lê divê were îfadekirin ku Tirkiye demê dawiyê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê gelek êrişên bi dronan pêk tîne.

Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) ragihand ku 33 salên borî, li Herêma Kurdistanê ji ber êrişên Tirkiye û Îranê 845 sivîl bûne qurbanî ku ji wan 425 kesan canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst