Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Birêveberiya Polîsan a Raperînê ragihand ku li nahyeya Haciawayê agir bi otomobîlekê ket û 4 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Li gorî zanyariyên destpêkê yên Berdevkê Birêveberiya Polîsên a Raperînê Derû Qadir dane otomobîlek şewitî û 4 kesan canê xwe ji dest da.
Hat zanîn ku kesek jî birîndar bûye.
Li aliyê din, Berpirsê Birêveberiya Polîsan a Raperînê Mistefa Resûl jî ji Rûdawê re got,"Bûyer ji ber êrişa dronê pêk hat.”
Nûçegihanê Rûdawê Ebûbekir Îsmaîl ragihand ku kesên ku canê xwe ji dest daye xelkê Rojavayê Kurdistanê ne.
Şahidekî bûyerê jî ji Rûdawê re got, “du ji wan kesên ku canê xwe ji dest daye jin bûn.
Droneke spî hat û bombarduman kir."
Li gorî zanyariyann bûyer li pêşiya xwarinxaneyeke gundê Girdecanê, li ser rêya Çarqurne-Xelekanê pêk hat.
Derû Qadir derbarê nasnameyên qurbaniyan de got: "Heta niha nasnameyên wan ne diyar in, lêkolîn li ser wan tê kirin da ku werin naskirin."
Mistefa Resûl jî her wiha jî ji Rûdawê re got: "Kesekî ku li motorsîkletê bû û di wê demê de li wê derê derbas dibû ji ber agir birîndar bûye lê birîna wî sivik e."
🔴 Şahidekî bûyera li Ranyayê: Min bi çavê xwe dît ku dronê li otomobîlekê xist û şofêr û du jinên din şewitîn
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 27, 2025
🔴 Birêvebiriya Polîsan a Raperînê jî ragihand ku di bûyerê de 4 kesan canê xwe ji dest daye
Ji bo zanyariyên zêdetir: 👇https://t.co/xDMEiPFJoQ pic.twitter.com/VXYPKNzJ1d
Li gorî gotina Mistefa Resûl ji wan kesên ku canê xwe ji dest daye du kes jê jin in û du kes jê jî mêr in û otomobîla wan jî ya Silêmaniyê ye.
Şahidek ku li gorî gotina wî 50 metre ji cihê bûyerê dûr bûye, ji Rûdawê re ragihand: "Du ji qurbaniyan di encama bombebaranê de parçe parçe bûn. Şofêrê otomobîlê jî şewitî."
Wî şahidî got "Me dengekî bilind bihîst, me dronek dît, pêşî çû û paşê careke din vegeriya."
🔴Li sînorê Ranyeyê agir bi otomobîlekê ket
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 27, 2025
🔴Kesê ku video ji Rûdawê re şandiye got, otomobîl bi drone hatiye bombebarankirin pic.twitter.com/GUB2xi6A7w
Li aliyê din îro li nahyeya Dînarteyê ya Akrê jî ji ber bombebarana Tirkiyeyê 2 sivîl şehîd ketin.
Serbest Sebrî ji Rûdawê re da zanîn ku her du kesên şehîd bûne şêniyên gundê Bamişmişê yê Akrê ne.
Nahiyeya Dînarteyê girêdayî qezaya Akrê ya Dihokê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse