Serok Barzanî li gel şandeyeke hevpar a Ereb û Tirkmenan civiya

04-08-2024
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Kerkûk Şandeya Ereb û Tirkmenan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî şandeyeke hevpar a ji Ereb û Tirkmenîm Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê û hinek perlemanter û serkirdeyên siyasî pêk tê pêşwazî kir.

Serok Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê bi şanda hevpar a bi serokatiya Şêx Xemîs Xencer civiya.

Di wê civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya Îraqê û herwiha rewşa Kerkûkê û û hilbijartina Parêzgerê Kerkûkê û diyarkirina postên din ên îdarî yên Kerkûkê ji hev re zelal kirin.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî, di wê civînê de tekez li ser wê yekê hat kirin ku pêwîst e çareserî li gorî mafê hemû pêkhatên Kerkûkê û di xizmeta parastina aramiya wî bajarî de be.

Herwiha hat gotin ku divê pêşkêşkirina xizmetkariyan ji bo welatiyan û vejandina Kerkûkê be, ew jî di çarçoveya lihevkirin û yekdengiya niştîmanî de be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst