Mîrê Êzdiyan: Êzîdî û Kurdistan yek in û ji hev nayên cudakirin

04-08-2022
Nasir Elî
Mîrê Êzdiyên Kurdistanê û Cîhanê, Mîr Tehsîn Hazim Beg. Wêne: Rûdaw
Mîrê Êzdiyên Kurdistanê û Cîhanê, Mîr Tehsîn Hazim Beg. Wêne: Rûdaw
Nîşan Kurdistan Kurd Kurdên Êzdî Mîrê Êzdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg Komkujiya Şingalê
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Mîrê Êzdiyên Kurdistanê û Cîhanê, Mîr Tehsîn Hazim Beg ragihand, “Êzîdî û Kurdistan yek in, ji hev nayên cudakirin. Em qebûl nakin ti kes Êzdiyan ji Kurdistanê veqetîne.”

Duh li navçeya Sêmêlê ya Duhokê bi boneya 8mîn salvegera êrîşa DAIŞê û komkujiya Kurdên Êzdî merasimek ji bo bîranîna qurbaniyên wê komujiyê hat lidarxistin.

Di merasimê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Mîrê Êzdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg, Konsul û nûnerên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê, Parêzgarê Duhokê Elî Teter û gelek rayedarên hikûmetê û kesayetên Kurdistanî amade bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê di merasimekê de ragihand, “Birîna Şingalê nayê jibîrkirin û karesata li Şingalê nabe dubare bibe.” Nêçîrvan Barzanî bi gotina divê em hewl bidin bandora wê karesatê kêm bikin, diyar kir: “Me soz daye heta zarokekî revandî mabe, em dê li ser hewldanên xwe yên rizgarkirinê berdewam bin.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha got, “Kurdistan navenda Êzdatiyê ye, mana Êzdiyan li Kurdistanê merc û bingehê Êzdatiyê ye. Kurdistan û Êzdatî nasnameyeke hevbeş a dîrokî ya millet û cografiya me ye, Êzdatî dînekê kevnar ê Kurdistanê ye. Êzdatî, dewlemendiya ziman û çanda gelê Kurd û Kurdistanê di nava tekst, nerît û sirûdên xwe de parastiye. Divê Êzdî li ser axa xwe li Şingalê û li Kurdistanê bimînin, divê Lalişa Nûranî bernedin û bêxwedî nehêlin.”

‘Êzidî û Kurdistan yek in’

Mîrê Êzdiyên Kurdistan û Cîhanê, Mîr Hazim Tehsîn Beg ku di merasimê de amade bû, ji Rûdawê re axivî û ragihand, ew bi daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî keyfxweş û razî ne û got, “Em gelek spasiya cenabê wî dikin, axaftinên xweş kirin, ew ne kesekî asayî ye, Serokê Herêma Kurdistanê ye. Behsa rewşa Êzdiyan û rewşa Şingalê kir. Bi rastî jî wek wî got, Êzdî û Kurdistan yek in, ji hev nayên cudakirin. Em ti carî qebûl nakin ku kesek Êzdiyan ji Kurdistanê veqetîne. Kurdistan welatê me ye û em xelkê resen ê vê xakê ne.”

Mîr Hazim Beg li ser daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî yên derbarê cîbicîkirina rêkeftina Şingalê de ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vegera xelkê bo ser malên xwe jî got, “Em piştgirî didin daxwaza Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka Êzidî û pirsgirêka Şengalê ji civaka navdewletî, welatên biyanî û konsulxaneyên Kurdistanê.”

Mîr Hazim Beg herwiha got, “Ji bilî hewldanên hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê, em di hevdîtinên xwe yên bi nûnerên civaka navneteweyî re jî daxwaza piştgirî û hevkariyê ji bo çareserkirina rewşa Şingalê dikin.”

Mîrê Êzdiyên Kurdistanê û Cîhanê, Mîr Hazim Beg di berdewamiya axavtina xwe de got, “Hêvîdar im çarenivîsa jin û zarokên Êzdî yên revandî bê zanîn û hemû bên rizgarkirin.”

Welatiyê ji Şingalê Şemo Şingalî jî ji Rûdawê re diyar kir, “Daxuyaniyên Serok Nêçîrvan Barzanî yên ku dibêje ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şingalê û rizgarkirina kesên revandî dê berdewam bin, bi rastî girîng in.”

Asya Xidir a ku di 3ê Tebaxa 2014an de li Şingalê tevî dayik, bav û 10 xwişk û birayên xwe (7 keç, 3 kur) hatibû revandin, yek ji beşdarên merasima bîranînê ya li Sêmêlê bû.

Asya Xidir diyar kir ku ji malbata wê tenê ew û xwişkeke wê mane û derbarê çarenivîsa yên din de jî tiştek nayê zanîn û got, “Ji bo me bîranînek pir dijwar e. Em wê êşê dîsa û dîsa ji nû ve dijîn. Birînên me ji nû ve vedibin. Em karesata ku me di roja ewil de dît ji bîr nakin.”

Her wiha di bîranînê de, ciwanên Êzdî şanoyek pêşkêş kirin ku têde karesata bi ser êzdiyan hatiye, hat nîşandan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst