Şandeya Îmraliyê Demîrtaş ziyaret kir: ‘Ji pêvajoyê re piştgirî tam e’

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şandeya DEM Partiyê Pêvajoya Nû Selahattîn Demîrtaş Sirri Sureyya Onder
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder piştî serdana Demîrtaş got, “Piştgirî û alîkariya Demîrtaş û Mizrakli ji bo pêvajoya tam e.”

Şandeya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ku wekî Şandeya Îmraliyê jî tê binavkirin, îro çû Girtîgeha Edîrneyê û hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ziyaret kir.

Heyeta ku ji Pervîn Buldan, Ahmet Turk û Sirri Sureyya Onder pêk tê, ji bilî Demîrtaş bi hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli re jî civiya.

Sirri Sureyya Onder piştî seredana xwe ji rojnamegeran re got ku Demîrtaş û Mizrakli bi temamî piştgiriya pêvajoya niha dikin û wan alîkariya xwe nîşan da.

Onder diyar kir ku ew hewl didin beşdariya herî berfireh di pêvajoyê de pêk bînin û wiha pê de çû:

"Ji ber vê yekê ti sedem tune ku heval di vî warî de bikevine nava helwesteke ku pêvajoyê têk bide yan jî ji pêvajoyê şik bikin.

Niha eger em çareser bikin em dê bi her du aliyan re çareser bikin. Eger em vê derfetê jî winda bikin dê 72 alî têkilî vê mijarê bibin."

Onder da zanîn ku ev cara yekem ku ew bi vî rengî bi hemû nerînên siyasî re li ser bingeheke berfireh li hev dicivin û dê piştî seredana hevseroka berê ya HDPyê Figen Yuksekdag li Enqereyê daxuyaniyekê bidin.

“Her kes dê bi ser bikeve”

Onder diyar kir ku di vê pêvajoyê de dê ti kes zerer nebîne û her kes dê bi ser bikeve û wiha pê de çû:

Ji ber vê yekê aştî di vê wateyê de tiştekî bi qîmet e. Di nav civakê de pirî caran têgehên çareserî û aştiyê tevlihev dibin. Ev ne tiştekî rast e.

Aştî tiştekî wisa ye ku bi hembêzkirinekê jî dikare were avakirin. Çareserî têkoşîneke demokratîk û karekî demdirêj e.

Li gorî qadên pirsgirêkan dirêjahî û kûrahiya vê yekê diguhere. Niha em hewl didin ku aştiyê ava bikin û ji bo vê yekê em ji her kesî li hêviya piştgiriyê ne.”

Serdana Îmraliyê

Onder, di bersiva pirseke rojnamegerekî ya derbarê hevdîtina duyem a li Îmraliyê de got:

"Hîn ne diyar e lê ez bawer nakim ku dê gelekî dirêj bike."

“Bila rêya me hemûyan vekirî be”

Pervîn Buldanê jî da zanîn helwesta Selahattîn Demîrtaş û Adnan Mizraklî ya li ser pêvajoyê û zelale û got:

“Wan diyar kir ku dê di her rewş û mercî de piştgiriya vê pêvajoyê bikin, ev ji bo me gelekî bi qîmet e. Ji bo pêvajoya ku em dimeşînin gelekî bi qîmet e.

Li ser navê şandeyê em spasiya xwe pêşkêşî birêz Demirtaş û Mizrakli dikin.

Ez bi taybetî dixwazim diyar bikim ku bi piştgiriya me hemûyan dê ev pêvajo bibe pêvajoyeke aştiyê û ti gumanên me di vî warî de tune ne.

Bila rêya me hemûyan vekirî be.”

“Tirk û Kurd hewcedarî hev in”

Ahmet Turk tekezî li ser wê yekê kir ku xebatên wan dê ji vir û pê ve jî berdewam bikin û got:

"Li Tirkiyeyê Tirk hewcedarî Kurdan in û Kurd jî hewcedarî Tirkan in.

Em bi rastî dixwazin bi pêkanîna aştiyekê li vir, Tirkiye bihêztir bibe û bigihîje astekê ku karibe demokrasiyê li Rojhilata Navîn belav bike.

Armanca me biratî û dostaniya gelên me ye. Armanca me ew e ku gelên me di paşerojeke demokratîk û azad de bi hev re bin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst