Recep Tayyîp Erdogan: Çarenivîsa Amedê çarenivîsa Tirkiyeyê ye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Amed Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan li Amedê got, "Aramiya Amedê, aramiya Tirkiyeyê ye."

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî 8emîn Kongreya Asayî ya AK Partiyê ya Parêzgeha Amedê bû û gatarek pêşkêş kir.

Erdogan eşkere kir ku Çarenivîsa Amedê çarenivîsa Tirkiyeyê ye û wiha got:

"Aramiya Amedê, ji bîr nekin aramiya Tirkiyeyê ye.

Çawa ku Dîcle û Firat xwezayî û zelal in, biratiya me jî wisa ye. Ji sûrên Amedê xurttir û bilindtir e.

Me ne tenê hûn hez kirin, me hûn gîhandin xizmetên bêhempa ji veberhênan heta maf û azadiyan.

 Dema me ev tişt dikirin, hinekan bi awayên cuda hewl didan ku biratiyê têk bibin."

Her wiha Erdogan got, "Birtaiya me biratiya Îslamê ye. Biratiya me biratiya qederê ye. rêhevaltiya me rêhevaltiya Hz. Ebûbekir e. Dilbendiya me rêhevaltiya Hz. Elî ye."

Erdogan wiha domand:

"Dema ku em bi evîneke wiha xizmetê didin Amedê, hin kes çi dikirin? Wan hewl did ku li gorî îdeolojiyên xwe dîrokeke çêkirî îcad bikin. Li pey wê bûn ku gelê me ji bawerî û çanda wî dûr bixin.

Hewl didan ku welatê ku bi misilmatiyê hatiye hevîrkirin parçe bikin. Li van axan ji bo ku bingeha biratiyê hilweşînin gelek lîstik dilîstin.

Kî piştgiriyê bide wan, yên ku ji bo berjewendiyên biçûk piştgiriyê didin projeyên xayîntiyê yên bi vî rengî dê dawiya wan bibe xemgînî."

Erdogan ku got, "Her bûyera ku li herêma me diqewime rûyê rastîn ê lîstika wêranker û senaryoya bêşeref hinekî din derdixe holê.

Niyetên veşartî yên wan kesên ku dixwazin me bikin dijminên hev û bi peyvên xweşik û zêrînkirî hewl didin biveşêrin, derdikevin holê."

"Dema gotina tiştên nû ye"

Erdogan got, "Êdî dema wê hatiye ku em bibêjin 'bes e' ji êşên ku me di 1,5 sedsala dawî de, bi taybetî di nîv sedsala dawî de kişandine, êdî dema gotina tiştên nû ye" û wiha berdewam kir:

"Dîroka Tirkiyeyê ya têkoşîna li dijî terorê ku xwedî rabirdûyeke dirêj e, bi rast û çewtiyên xwe, wekî beşek ji dîroka me di tomarên dîrokê de cihê xwe girtiye.

Di vê pêvajoya têkoşînê ya ku ji 40 salan zêdetir e de, ji hêzên ewlehiyê bigire heta karmendên dewletê û welatiyên bêguneh, me bi hezaran şehîd dan.

Bila ti kes gumanê neke ku her gava ku me avêtiye, ji bo misogerkirina paşeroja welatê me ye ku şehîdên me bi canê xwe emanetî me kirine.

Bi hezaran zarokên xelkê herêmê yên ku ji aliyê rêxistina terorê ve hatine revandin û xapandin û birine çiyê, jiyana xwe ji dest dan.

Em êşa Dayikên Amedê jî baş dizanin ku 5 sal in têdikoşin da ku bigihîjin zarokên xwe yên ku rêxistina cudaxwaz bi zorê birine çiyê."

"Me laşê xwe jî xist bin kevir"

Erdogan got, "Ji serdema Ozal ve ji bo çareserkirina pirsgirêka terorê rêbazên cuda hatiye axaftin û hin hewldan hatine kirin" û wiha berdewam kir:

"Di serdema desthilatiya me de me tenê bi rêbazên ewlehiyê li dijî terorê têkoşîn nekir. Me ji bo bidawîkirina terorê gav û însiyatîfên girîng wergirtin.

Me ne tenê destê xwe, en jê nereviyan ku tevahiya laşê xwe bin kevir. Lê belê vê avahiyê ji ber ku li hemberî me ne li deng û xwestekên vî welatî û vî miletî, li dengê hêzên herêmî û navneteweyî guhdarî kir, ev hewl negihîştin armanca xwe."

"Li pêşiya welatê me pencereya derfetên nû vebûye"

Erdogan wiha got:

"Bi şoreşa 8ê Kanûna Pêşîn a li Sûriyeyê re armancên herêmî yên rêxistinê di qirikê de man.

Çi qasî xwe bispêre kê jî, êdî hemû rêxistinên terorê dizanin ku li hemberî Dewleta Komara Tirkiyeyê ti şansê wan tune ye. Em dev ji hewldana xwe ya çareseriyeke mayînde jî bernadin.

Bi siyaseta me û piştî hin guherînên krîtîk ên li herêma me, ji bo bi temamî bidawîkirina belaya terorê li pêşiya welatê me pencereyeke nû û girîng a derfetan vebûye. Em rast nabînin ku ev derfet bê hederdan.

Armanca xebatên vê dawiyê tenê yek e; fesihkirina rêxistina terorê, radestkirina çekan a bê şert û merc, rakirina wesayeta rêxistinê ya li ser siyasetê bi temamî, pêşvebirina xwe ya di vî warî de ya saziya siyasî ku ji ber zexta rêxistina cudaxwaz nikarî bibe partiyeke Tirkiyeyê, xurtkirina eniya hundirîn a li hemberî pevçûnên zêdebûyî yên li herêma me, bi kurtî girtina kevanoka terorîzma cudaxwaz a nîv sedsalî û bi hemû alî û hêmanên xwe ve binaxkirina wê ya di dîrokê de ye.

Ez dixwazim binê wê xêz bikim ku; ev tenê ji holêrakirina yek ji astengiyên dawî yên li pêşiya armanca Tirkiyeya mezin û bihêz e.

Ev ne mijareke têkildarî birayên me yên Kurd e jî. Ev tenê mijareke sînordarî tasfiyekirina rêxistina terorê ye,

Ji ber ku bi gelek reform û şoreşên bêdeng ên di 22 salên dawî de, pirsgirêkên sedsalî yên welatê me yek bi yek ji holê hatine rakirin."

"Ti kes nikare zarokên Selahedînê Eyûbî li ber deriyê siyonîstan bike kole"

Maskeya wan li Sûriyeyê careke din ket. Em ê hemû bi hev re  Kurd, Tirk û Ereb li dijî wan derkevin.

Dema rêxistina terorê ji holê rabe, em dê dîsa bi hezkirinê, bi dilsoziyê û biratiyê hev du hembêz bikin.

Ev welat ya me ye, ev niştiman ya me ye, ev al, ev dewlet û ev bang ya me ye. Dîroka me hevpar e, em dê paşerojê jî bi hev re ava bikin.

Ti kes nikare zarokên Selahedînê Eyûbî li ber deriyê siyonîstan bike kole û bende.

Yê ku cudahiyê dixe navbera Kurd û Tirkan, hem dijminê Kurdan e, hem dijminê Tirkan e û herî zêde jî dijminê misilmanan e.

Êdî Tirkiyeya kevn tune ye. Êdî serî li ber zextê natewînin û li ber ferz û zextan nabêjin erê. Ne tenê li hundir, li derve jî Tirkiyeyek heye ku li hemberî zilmê derdikeve.

"Li Sûriyeyê Kurd jî bi ser ketin"

CHPyê ji me re got 'karê we li Sûriyeyê çi ye?' Ma wan nexwest wan kesên ku penaber bûne û hatine Tirkiyeyê vegerînin?

Li Sûriyeyê ne tenê Tirkmen û Ereb bi ser ketin, na, Kurd jî bi ser ketin. Nasnameya wan, tapûya wan tunebû. Niha dê hemû bên dayîn.

Em dê destûrê nedin ku ev serkeftin were reşkirin, bi terorê were lewitandin û ji aliyê hêzên emperyalîst ve were herifandin.

Em ji Amedê hêvî dikin ku mesafeyê bixe navbera xwe û rêxistinên terorê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst