Nêçîrvan Barzanî bi xwendina qewleke Êzidiyan: Êzidî û Kurdistan ji hev nayên cudakirin

04-08-2019
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî dibêje ku Kurdistan û Êzidî ti cara ji hev nayên cudakirin
Nêçîrvan Barzanî dibêje ku Kurdistan û Êzidî ti cara ji hev nayên cudakirin
Nîşan Kurdistan Nêçîrvan Barzanî Kurd Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di merasima bibîranîna qurbaniyên komkujiya Kurdên Êzidî de li Duhokê, qewleke êzidiyan xwend, ku têde tê gotin, Êzidî Kurd in û nasnameya wan Kurdistanî ye.

 

Nêçîrvan Barzanî di merasima 5. Salvegera komkujiya Kurdên Êzidî de ku li bajarê Duhokê bi beşdariya Mîrê Kurdên Êzidî, Mîr Hazim Tehsîn Beg û gelek rayedarên Herêma Kurdistanê û nûner û konsulên welatên biyanî birêve diçe, tekezî li ser nasnameya Kurdbûn û Kurdistanîbûna Kurdên Êzidî kir.

 

Nêçîrvan Barzanî di dema xwendina gotara xwe de, qewlek Kurdên Êzidî jî xwend ku têde tekezî li ser şanazîkirina êzidiyan bi Kurbûn û Kurdistanîbûna xwe tê kirin.


Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku Kurdistan û Êzidî ti cara ji hev nayên cudakirin.

 

Qewla ku Nêçîrvan Barzanî xwend bi vî awayî ye:


Em Êzidî ne


Ser navê Sultan Ezîn e


Bi ol û erkê xwe di razî ne


Cabê bidin Kurdistanê


Bila qayim bikin Îmanê


Şerfedîn mîr e li dîwanê

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst