TAYÎNKIRINA QEYÛM - ‘Dewleta Tirkiyeyê 100 sal in îradeya gelê Kurd qebûl nake’

04-06-2024
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Qeyûm DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir li ser tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê ragihand, “Dewleta Tirkiyeyê 100 sal in îradeya gelê Kurd qebûl nake.”

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş doh bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji kar hat dûrxistin û li Wanê hat desteserkirin.

Heman rojê Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk li cihê wî wekî qeyûm hat danîn.

Tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê doh û îro jî li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hat şermezarkirin. 

Tevî qedexeya çalakiyan parlamenterên DEM Partiyê û siyasetmedarên Kurd li meydanê ne û li gel xelkê bajêr biryarê protesto dikin.

Hevserokê Giştî yê DBPyê Keskîn Bayindir ku ji bo piştevaniyê li Colemêgê li ser vê mijarê axivî.

Keskîn Bayindir got:

“Sed sal in li hemberî gelê Kurd ji dadgehên Îstîklalê heta niha desthilatdar û dewleta Tirkiyeyê îradeya gelê Kurd qebûl nake.”

Li bajêr tedbîrên tund ên ewlehiyê hatine wergirtin û carna alozî jî çêdibin û xwepêşander tên desteserkirin.

“Em biryara xespkirina îradeya gelê Colemêrgê qebûl nakin”

Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Onur Duşunmez jî got:

“Em biryara xespkirina îradeya gelê Colemêrgê qebûl nakin.

Em dê li ser berxwedana xwe berdewam bikin.”

 

Li civîna Koma DEM Partiyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê jî wekî karveden li hemberî danîna qeyûm pankartên “Şaredarî yên me ne, em rê nadin xespkirina wan” hatin bilindkirin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî di civîna koma partiya xwe ya li parlamentoyê derbarê mijarê axivî.

Bakirhan destnîşan kir ku biryara tayînkirina qeyûm ji aliyê AK Partiyê ve hatiye standin û got:

“Em dizanin biryara qeyûm li Kizilcahamamê hat standin.

AK Partiyê dema civînên li wê derê çi gotibû? Xwedê giravî dê nîqaş li ser destûra nû bikira, dê behsa normalbûnê bikira.

Sê rojan civiyan û encama civînên wan bû derbeya qeyûm.

Tiştê ku ew dibêjin guherîn û normalbûn ev qas e.”

Mijara qeyûm di rojeva Serokê CHPyê Ozgur Ozer de jî bû.

Ozgur Ozel da zanîn, dozeke ku 10 sal berê dest pê kiriye dikin hincet û got, “Em tayînkirina qeyûm red dikin.”

“Nehesibandina vîna gelê Colemêrgê ye”

Ozgur Ozel diyar kir ku divê ev biryar were betalkirin û pê de çû:

“Tiştê ku rû dide nehesibandina vîna gelê Colemêrgê ye ku du meh berê derketibû holê.

Divê peywirdarkirina qeyûm were betalkirin.

Em li kêleka demokrasiyê û vîna gel in û em li dijî zîhniyeta qeyûman in”

AK Partî li ser qeyûm, nerazîbûn û rexneyan bêdeng e lê biryar bi dilê hevpeymana wê ye.

Serokê Giştî ya MHPyê Devlet Bahçelî piştgirî da biryara tayînkirina qeyûm.

Devlet Bahçelî got:

“Şikir ji Xweda re Serokê Şaredariya Celomêrgê ji kar hatiye dûrxistin û parêzgarê me wekî serokwekîl hatiye erkdarkirin.

Wezareta me ya karên navxwe di çarçoveya hiqûqê de biryar daye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst