Jinên Rihayê ji ber hişkesaliyê nîskan bi destan diçinin

04-06-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Riha Nîsk Çinîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji ber hişkesaliyê û kêm baranê berhemên çandiniyê yên ku wek pêwîst bilind nebûne bi makîneyan bên çandin, bûne barê milên jinan.

Di bin germa 40 pileyî de jinên Rihayê li nav zeviyên nîskan in. Ji ber rêjeya kêm a baranê, di mehên Sibat, Adar û Nîsanê de, berhemên zeviyan wek pêdivî bilind nebûne û bi makîneyan nayên çinîn. Çinîna berheman jî îsal bûye karê jinên navçeyê. Ew niha bi destên xwe nîskan kom dikin.

Xwediyê Zeviyê Îbrahim Ovali got “Demsal bi hişkesaliyê derbas bû. Bi aweyekî asayî ku divabû berhem bi traktor û bîçeran bihata dûrîn, lê niha ligel  karkerên jin hewil didin bi destan bidûrin. Ez li vir bi taybetî spasiya jinan dikim."

Jin serê sibehê demjimêr 7 qesta van zeviyan dikin û heta demjimêr 6ê êvarê kar dikin. Roja wan bi 100 lîreyên Tirkî ye ku dike 6 dolar. Şert û mercên kar zehmet in lê ew tevî zehmetiyan vî karî wek deriyek dahatê bo debara malbatên xwe dibînin.

Karker Fatma Demîr dibêje “Hewa germ e. Em li ber tavê dixebitin û nîskan kom dikin. Kar gelekî zehmet e. Zarokên me hene û em diçin malê û li zarokên xwe jî dinêrin.”

Parêzgeha Rihayê bi 105 milyon û 111 hezar hektar zeviyên çandiniyê li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rêza sêyem de cih digire û li piraniya erdên wê berhmên dexl û dan ên ne avî tên çandin. Lê bi gotina berpirsên Rêvebriya  Çandiniya wê parêzgehê îsal hişkesaliyê bandorek nerênî li çandina bejî kiriye û berhem jî ji sedî 15 kêm bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst