Li Amedê tameke cuda: Kebaba bi hestî

05-05-2022
RÛDAW
Li Ameda Bakurê Kurdistanê tameke cuda; kebaba bi hestî, daxwazeke zêde li ser vê kebabê heye ku tenê ji goştê pişta berxê tê çêkirin.
Li Ameda Bakurê Kurdistanê tameke cuda; kebaba bi hestî, daxwazeke zêde li ser vê kebabê heye ku tenê ji goştê pişta berxê tê çêkirin.
Nîşan Kebaba bi hestî Amed Bakurê Kurdistanê Xwarin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê daxwazeke zêde li ser coreke kebabê heye ku jêre tê gotin kebaba bi hestî û tenê ji goştê pişta berxê tê çêkirin.

Ji bo Kebaba bi hestî goştê pişta berxê tê bikaranîn. Bakurê Kurdistanê bi xwarinên xwe yên xweş navdar e, ji wan kebab, li Amedê corekî taybet yê kebaban heye ku jê re dibêjin Kebaba bi hestî.

Kebaba bi hestî bi şîr, xwê û zeytê tê amadekirin û goştê pişta berxê tê bikaranîn, ji ber ku ev coreyê kebabê sînordar e lewra daxwazeke zêde jî li ser heye. 

Xwediyê Kargehê Îsmet Evsen got, “Kebaba bi hestî ya navdar ji goştê pişta berxê cihê pîrzolayê tê çêkirin. Goştê pîrzola tê kutandin lê em nakutin, ji quncik werdigirin û biçûk dikin. Berhemeke ku rojekê di sosa taybet de tê rawestandin.”

Kebaba bi hestî piştî soskirinê ku rojekê tê rawestandin 10 deqîqeyan li ser agir tê pijandin û amade dibe.

Îsmet Evsen li ser daxwaza xelk ya ji bo Kebaba bi hestî anî ziman, “Muşteriyên berdewam hene. Berî ku bên li me digerin. Kesên ji derveyî bajêr tên, li balafirxaneyê digerin û pêş de daxwaz dikin. Daxwazeke zêde li ser heye û em carnan nikarin bersiva daxwazan bidin.”

Ameda Bakurê Kurdistanê ji aliyê çanda xwarinê ve gelekî dewlemend e û sala borî bi hewldanên Odeya Bazirganiyê ya Amedê dolmeyên hişk, şorbe ya simindirik, eşkene ya mirîşkê, kutilkên dagirtî, kebaba uskûrê, şehriye, meftûne ya kundira, boranî ya kerenga û tirît bi tevahî 9 cûre xwarin li ser navê Amedê hatibûn tomarkirin û tescîl kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst