Rêjaya hinarde û hawirdeya Tirkiyê eşkere bû

04-04-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Hinardekirin Hawirdekirin Mehmet Muş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyê Mehmet Muş ragihand ku hinardeya Tirkiyê li gor Adara sala borî di Adara 2022ê de bi rêjeya %19.8 zêde bûye û gehîştiye 22.7 milyar dolaran. Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyê Mehmet Muş rêjeya hinardeya Tirkiyê ya Adara 2022ê îro 4ê Nîsana 2022ê eşkere kir.

Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyê Mehmet Muş dibêje hinardeya Tirkiyê di meha Adarê de bi rêjeya ji sedî 19.8 zêde bûye û di vê mehê de bi bihayê 22.7 milyar dolaran kelûpel hatine hinardekirin. Li beramber di vê mehê de hawirdeya Tirkiyê jî bi rêjeya %31 zêde bûye û gehiştiye 30.9 milyar dolaran.

Muş dibêje di Adara 2022ê de asta hinardeya Tirkiyê li beramberê hawirdeyê ji sedî 73.4 bûye û di vê mehê de Tirkiyê bi bihayê 22.5 milyar dolaran enerjî hawirde kiriye. Herwiha bazirganiya Tirkiyê jî di Adarê de bi rêjeya %26 zêde bûye û gehiştiye 53.6 milyar dolaran.

Li gor vê yekê hawirdeya enerjiya Tirkiyê di meha Adara îsal de li gor Adara sala borî bi rêjeya nêzîka %156 zêde bûye û gehiştiye 8.4 milyar dolaran. Hawirdeya enerjiya Tirkiyê di sê mehên destpêka îsal de li gor sala borî bi rêjeya %188 zêde bûye û gehiştiye 25 milyar dolaran.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst