Rêya di navbera Qers û Agirî de ji ber berfê hat girtin

04-03-2023
RÛDAW
Nîşan Qers Agirî Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde rêya navbera Qaqizman û Agirî ji çûnûhatinê re hat girtin.

Li gor zanyariyên Rêveberiya Rêyên Bejayî yên parêzgeha Qersê ji ber barîna berfê rêya navbera navçeya Qaqizmanê û parêzgeha Agiriyê hatiye girtin û ji bo vekirina kar û xebatên vekirina rê tîmê wan li ser kar berdewam in.

Her wiha li navçeya Qamuşanê ser bi heman parêzgehê jî ji şeva borî de barîna berfê berdewam e û li cihê bilind sitûriya berfê li navçeyê gihiştiye nêzîkî 70 santîmetre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst