Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Hevpeymanan yekkirina hêzên Pêşmergeyan gotûbêj kir

04-02-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Hevpeymaniya Navneteweyî Hêzên Pêşmergeyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî Kevin Leahy li hev civiyan.

Di civînê de, pêvajoya çaksaziya yekkirina hêzên Pêşmergeyan û gavên wê gotûbêj kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî Kevin Leahy daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa ewlehiyê ya li Îraq û Sûriyeyê, gefên DAIŞê û mijarên têkildarî aramiya herêmê bi awayekî berfireh hatin nirxandin.

Her du aliyan girîngiya hevkariya di navbera Hikûmeta Îraqê, Herêma Kurdistanê û Hevpeymaniya Navneteweyî ya di têkoşîna li dijî DAIŞê de anî ziman.

Pêvajoya çaksaziya hêzên Pêşmergeyan berdewam dike

Hat ragihandin ku yek ji mijarên sereke yên civînê pêvajoya çaksaziya di Wezareta Pêşmergeyan de bû.

Bi taybetî gavên ku dê ji bo yekkirina firqeyên 3 û 4an ên Piyade yên Wezareta Pêşmergeyan bên avêtin hatin gotûbêjkirin.

Her wiha, pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û bandora wan a li ser herêmê jî di nav rojevên civînê de bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst