Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku wan termê leşkerekî xwe yê ku 2022yan di çalakiyeke gerîlayên PKKyê de li Başûrê Kurdistanê hatibû kuştin dîtiye.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê da zanîn ku wan termê leşkerê xwe yê bi navê Mustafa Bazna piştî derdora sê salan li herêma operasyona Pençe Kilîdê dîtiye.
Li gorî wezaretê leşkerê navborî 3yê Mijdara 2022yan li herêma operasyona Pençe Kilîdî piştî çalakiyeke bi roketan a gerîlayên PKKyê ji zinarekî ketiye xwarê û tevî xebatên lêgerînê wê demê nehatiye dîtin lê 29ê Kanûna Paşîn a 2025an ji aliyê tîmeke wan ve hatiye dîtin.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 7ê Kanûna Pêşîn a 2022yan ragihandibû kir ku termê leşkerekî Tirk ê li Herêma Kurdistanê winda bûye, di destê wan de ye.
Her wiha PKKyê gotibû ku eger bê xwestin ew amade ne cenaze radestî malbata wî bikin.
"Operasyona Pence-Kilîdê"
Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê "Operasyona Pence-Kilîdê" kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse