Hêzên Asayişê yên ser bi Rêveberiya Xweser ve jî ji bo parastina ewlehiya wan ji xelkê gund xwestiye ku ji malên xwe dernekevin.
Hewlêr (Rûdaw) – Droneke artêşa Tirkiyê îro sînorê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê otomobîlek kir armanc û hêzên asayişa Rêveberiya Xweser hişyarî da xelkê ku ji malên xwe dernekevin.
Li gor agahiyên Rûdawê ji çavkaniyên xwecihê wergirtine, êvara îro Şemiyê 3yê Kanûna 2022an droneke artêşa Tirkiyê li di navbera gundên Sincaqa Şêx û Girê Fêrîs ên ser bi bajarê Amûdê ve otombîlek bombebaran kir. Derbarê ziyanan hêj ti zanyarî nehatine bidestxistin.
Hêzên Asayişê yên ser bi Rêveberiya Xweser ve jî ji bo parastina ewlehiya wan ji xelkê gund xwestiye ku ji malên xwe dernekevin.
Herwiha hat zanîn ku firina firokeyên bo ser asmanên deverê ve berdewam e.
Heta niha ne hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û ne jî HSDê daxuyanî li ser êrîşa îro nedane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse