NASA dest bi geşta ber bi heyvê dike

03-09-2022
RÛDAW
Biryar e îro geşteke NASA ber bi valahiya asman ve derkeve
Biryar e îro geşteke NASA ber bi valahiya asman ve derkeve
Nîşan NASA Geşta Asmanî Artemis 1
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e îro NASA wê geşta ku hatibû derengxistin a ber bi heyvê ve dest pê bike û eger pirsgirêkeke teknîkî derkeve jî dê geşta xwe bo roja Duşemê dereng bixîne.

Roketeke NASAyê ya Amerikayê ye ku biryar bû 5 roj berê ber bi heyvê bihata avêtin lê ji ber pirsgirêka girêdayî motor û sotemeniyê bo îro Şemiyê hatibû paşxistin.

Li gorî biryara NASAyê îro dê keştiya asmanî ya Artemîs1 a NASAyê ber bi valahiya asman ve birê bikeve. NASA dide zanîn ku dê saet 14:17 (21:33 dema Hewlêrê) keştiya rokêtî ber bi asman ve hilkişe û derbasî fezayê bibe.

Doh rêveberê NASAyê Bill Nelson diyar kir ku eger ew zanibin îro ne guncaw be yan jî pirsgirêkeke teknîkî derkeve dê geştê dereng bixînin.

Birêveberê NASAyê Bill Nelson dibêje: “Heta ku em bizanin dem hatiye em dê dest bi gerê nekin. Em nakevin rê. Hê jî di rê de gelek metirsî hene. Ev amûr sîstemeke gelekî tevlîhev e û ji mîlyon parçeyan pêk tê. Berî ku em dest bi rêwîtiyê bikin divê em ji hemû parçe û beşan bawer bin.”

Divê bi deh hezaran parçeyên hûr û bi sed hezaran parçeyên ku bi teknolojîya hesas a nanoyê hatine çêkirin bên kontrolkirin û ceribandin.

Geşta Artemis yek bi roketeke ku li ser pişta mûşekekê hatiye bicîh kirin e; giraniya mûşekê nêzîkî 2 hezar 900 ton e.

Pêwîstiya wê bi hêzeke zêde heye heta xwe ji hêza kişandina erdê cûda bike û bikaribe ber bi asman ve biçe.

Motora wê bi sotemeniya hidrojena şil kar dike û divê germa hidrojenê jî di jêr sifirê 250 pile sîlîzî de bê girtin. Di heman demê de germa motorê digihe nêzîka 3 hezar û 200 pileyên sîlîzî.

Endamê Tîma Ajansa NASA Mayk Macdanyel jî got: “Ya ku li pişt min e beşek ji proseyê ye; ew motorên mûşekê ne û em wan ligel endezyarên NASAyê diceribînin û li gor encamê tên sererastkirin û guhertin. Divê em piştrast bikin ku dîwarê parçekirinê yê motoran ji depoyên sotemeniyê bi temamî qewîn û bê pirsgirêk in.”

Li hemberî vî cihê ku roketa geştê Artemis têde hatiye bicihkirin li Florîda ya Amerikayê bi hezaran kesan kon vedane û li benda avêtina roketê ne. Ew dengê zêde yê motoran û dîmenê çûna mûşekê ber bi asman di bîra wan deye.

Hemwelatiyê Amerikayê Cliff Long jî got: “Tişta NASA careke din dibe pêşengê cîhanê û dike û diçe ser heyvê, tiştekî balkêş e. Em û zarokên xwe li benda wê kêliyê ne ku motor dixebitin, ev yek jî dê bibe sedem ku erd di binê lingên me de biheje.”

Ev geşta Artemis 1 e, du geştên din bi navê Artemis 2 û 3ê jî dê dawiya sala 2025an bên kirin. Di her sê geştên roketan de digihin kûrahiya valahiya asman ku yekem car e  mirov digihinê.

Artemîs dê ji navenda Kenedy a valahiya asman, ji peravên wîlayeta Florîdayê a Amerîka were şandin. Tê payîn bi deh hezaran kes îro rêwîtiya NASAyê ya li peravên Florîdayê û li seranserî cîhanê jî bi mîlyonan kes temaşe bikin.

Otelên li derdora peravên Florîdayê beriya niha hatine kirêkirin û tê çaverêkirin ku di navbera 100-200 hezarî de mirov ji şaneşîna otela xwe li kêliya hilkişîna rokêtê temaşe bikin.

Geşta asmanî pêwîst bû roja 29ê tebaxê bihata kirin lê ji ber pirsgirêkeke teknîkî hatibû derengxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst