Space Xê 4 astronot şandin Stasyona Fezayê ya Navneteweyî

26-08-2023
RÛDAW
Nîşan NASA Space X
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya veguhastina fezayê Space Xa Elon Musk, 4 astronot şandin Stasyona Fezayê ya Navneteweyî.

Kapsula "Crew Dragon" ku 4 astronot tê de ne ji bo pêkanîna mîsyona "Crew-7"ê ya Daîreya Hewayî û Fezayê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NASA) bi rokêta Falcon 9ê a Space Xê ji Stasyona Fezayê ya Kennedy ya li Floridaya Amerîkayê saet 03:27an hat şandin.

Di tîma ku Jasmin Moghbeliya ji NASAyê pêşengiya wê dike de, ji Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) Andreas Mogensenê Danîmarkî, ji Ajansa Keşfa Feza û Hewayê ya Japonyayê (JAXA) Satoshi Furukawa û ji Ajansa Fezayê ya Federal a Rûsyayê kozmonot Konstantin Borisov cih girt.

Kapsula Crew Dragonê a ku muretebat tê de bûn ji roketa Falcon 9ê veqetiya û ber bi Stasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS) ve diçe.

Tê çaverêkirin ku piştî rêwîtiyeke zêdetirî 24 demjimêran sibe li gorî dema herêmî demjimêr 08:39an bigihîje Stasyona Fezayê ya Navneteweyî.

Herwiha tê pêşbînîkirin ku tîma nû nêzikî 190 rojî li stasyonê bimîne.  

Dê tîma nû di nava 5 rojan de derbasî cihê tîma berê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst