Astronot Jasmin Moghbeliyê li esman çenteyê tamîrê winda kir

23-11-2023
RÛDAW
Astronot Jasmin Moghbeliyê li esman çenteyê tamîrê winda kir
Astronot Jasmin Moghbeliyê li esman çenteyê tamîrê winda kir
Nîşan NASA Jasmin Moghbeli
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  Astronota ku Stasyona Fezayê ya Navneteweyî tamîr dikir, çenteyê xwe yê amûrên tamîrê winda kir.

Du astronotên NASAyê yên bi navê Jasmin Moghbeli û Lural Ohara, 1ê Çiriya Paşînê Stasyona Fezayê ya Navneteweyî tamîr dikirin.

Di wê demê de, Jasmin Moghbeliyê çenteyê ku amûrên wê yên tamîrkirinê tê de ne nabîne.

Her du astronot vê carê, di fezayê de li wî çenteyî digerin.

Astronotên li erdê dibêjin, em dikarin bi teleskopekê, li ser erdê jî wî çenteyî bibînin.

NASA dibêje, vegerandina çente hinekî zehmet e lê astronot dikarin bêyî çente jî karê xwe bi serkeftî pêk bînin.

Stêrknasê Navenda Greenwichê yê Londonê Jack Foster got:

“Em dizanin ku çente di heman çerxa fezayê de dizîvire.

Çenteya amûrên tamîrê, niha bi qasî 10 xulekan li derdora stasyonê dizîvire.

Ji ber vê yekê heke hûn li stasyonê binêrin, dibe ku hûn çente bibînin.”

Ev ne cara yekem e ku astronot kelûpelên xwe winda dikin.

Sala 1965an, Ed White destikê xwe winda kir.

Sala 2008an Heidemarie Stephanie Shin çenteyê xwe yê malzemeyên tamîrkirinê xist.

Sala 2017an jî du astronotên NASAyê di dema tamîrkirinê de kûmên xwe winda kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst