Sirri Sakik mînaka Kepezê da: Du şaredarî, du hiqûq

03-06-2024
RÛDAW
Nîşan Sirri Sakik Qeyûm Colemêg Kepez
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik derbarê dayîna qeyûmê ya li ser Şaredariya Colemêrgê mînaka şaredariya navçeya Kepezê ya Antalyayê da.

Serokê şaredariya navçeya Kepezê ya parêzgeha Antalyayê Mesut Kocagoz meha nîsanê di çarçoveya qezaya teleferîkê de hatibû girtin û meclîsa şaredariyê jî serokekî nû hilbijartibû.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik derbarê danîna qeyûm a li ser Şaredariya Colemêrgê daxuyaniyek belav kir.

“Du şaredarî, du hiqûq”

Sirri Sakik di daxuyaniya xwe de wiha got:

Dema ku Serokê Şaredariya Kepezê ya Antalyayê yê CHPyê hat girtin, Meclîsa Şaredariyê hilbijartin kir û serokê nû diyar kir. Qeyûm nehat danîn.

Lê di dema ku darizandina Serokê Şaredariya Colemêrgê dewam dike qeyûm hat danîn. Du şaredarî, du hiqûq!”

Çi bûbû?

Polîsan doh bi şev Şaredariya Colemêrgê dorpêç kir, serê sibehê jî bi ser şaredariyê de girt.

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê hat desteserkirin.

Piştî van rûdanan Parêzgariya Colemêrgê hemû çalakî qedexe kirin û dê qedexe 10 rojan biajo.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê piştî van rûdanan ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Li gorî daxuyaniyê, Mehmet Siddik Akiş ji erkê xwe hatiye dûrxistin û Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk wekî qeyûmê Colemêrgê hatiye erkdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst