Sirri Sakik: Qaşo we li gel me aştî dikir

20-02-2025
Nîşan Sirri Sakik Qeyûm Pêvajoya Aştiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik ragihand ku desthilat bi hincetên çêkirî qeyûman datîne û got, “Qaşo we li gel me aştî dikir, qaşo we çek bin ax dikirin.”

Li Tirkiyeyê li aliyekî qala “pêvajoya aştiyê” tê kirin lê li aliyê din pêngaveke darîçav a çareseriyê xuya nake û tewr polîtîkayên danîna qeyûman berdewam dikin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji 31ê Adarê ve qeyûm danîbûn ser şaredariyên DEM Partiyê yên Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Dêrsim, Xelfetî, Akdenîz, Miks û Sêrtê.

Wezaretê 15ê Sibatê jî qeyûm danî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyê.

Her wisa rojane bi dehan siyasetmedarên DEM Partiyê û endamên saziyên civaka sivîl jî tên desteserkirin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik doh li Parlamentoya Tirkiyeyê axivî û bertek nîşanî danîna qeyûman da.

Sakik da zanîn ku desthilat dibêje "Çima kesên derbarê wan lêpirsîn nîne nakin berbijêr?” û diyar kir ku di heqê siyasetmedarên Kurd de gelek lêpirsîn û doz tên vekirin û ji bo danîna qeyûman bi hincetên çêkirî lêpirsînan didin destpêkirin.

“Hûn dest datînin ser îradeya me”

Parlamenterê DEM Partiyê ji bo “hincetên çêkirî” ev mînaka hanê da:

“Şaredara Agiriyê Hazal Aras sala 2012ê anku berî 13 salan bi telefonê li gel Şaredara Bazîdê axiviye û jê re gotiye ‘Xwişka min’ lê dozger dibêje gotina ‘Xwişka min’ zimanê rêxistinê ye û lêpirsîn daye destpêkirin.

Hûn dest datînin ser îradeya me. Ew qasî jî ji hincetên çêkirî tawanan dernexin.”

“Qaşo we li gel me aştî dikir”

Sirri Sakik amaje bi nakokiya “pêvajo” û “qeyûm û girtinan” da û got:

 “Birêz parlamenter, birêz parlamenterên AK Partiyê, qaşo we li gel me aştî dikir, qaşo we çek bin ax dikirin, qaşo we dê rewşeke aştiyê ava bikira.

Lê hûn li gel mirovên bêçek miameleya rêxistina çekdarî dikin. Hûn derbarê wan de dozên çêkirî vedikin.

Hûn wan dixin girtîgehan û qeyûman datînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst