Çiyayê Nemrûdê bûye kêlika geştyaran

03-05-2024
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Çiyayê Nemrûdê Geştyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çiyayê Nemrûdê yê li navçeya Kolikê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, piştî hatina biharê û helîna berfê demsala geştyariyê dest pê kir.

Çûnûhatina geştyarên biyanî û cihî gelekî zêde bûye.

Li Çiyayê Nemrûdê yê di Lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê de ji ber zivistan û barîna berfê her sal demeke diyar çûnûhatina geştyaran tê rawestandin.

Piştî ku berf heliya û keşûhewa baş bû geştên ser Çiyayê Nemrûdê careke din dest pê kir.

Salane bi hezaran geştyarên cihî û biyanî ji bo dîtina peykerên li Çiyayê Nemrûdê û temaşekirina hilatin û avabûna rojê berê xwe didin Kolikê.

Serokê Komeleya Çand û Geştyariyê ya Kolikê Îrfan Çetînkaya bang li geştyarên Başûrê Kurdistanê kir ku herin Kolikê û Çiyayê Nemrûdê.

“Werin bibin mêvanên me”

Serokê Komeleya Çand û Geştyariyê ya Kolikê Îrfan Çetînkaya got:

“Em li bajarê Kolikê bajarê Antîokusê ne. Silav ji we re ji vir heta bi Hewlêrê.

Werin bibin mêvanên me. Ev der welatê Komageneyê ye, li dinyayê avabûn û hilatina herî xweş a rojê li vê derê ye.

Em dixwazin hûn werin bibin mêvanên me.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst