Karamollaoglu: Ji bo perwerdehiya Kurdî divê damezrandina mamosteyan bê zêdekirin

03-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu Amed Perwrdehiya Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Seadetê Karamollaoglu got ji bo perwerdehiya Kurdî divê tayîna mamosteyan bê zêdekirin.

Serokê Giştî yê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu li navçeya Sûra navçeya Amedê di çarçoveya bernameya "Hevdîtina Amedê" de li saloneke dewetê axivî û got: “Li dibistanan divê zimanê dayîkê bê fêkirin û ji bo vê jî qasî hewce dike divê mamoste bên tayînkirin."

Di axaftina xwe de Temel Karamollaoglu diyar kir ku li herêmê hin bendewarî hene û ew jî divê teqez bên çareserkirin û ragihand ji wan yek jî zimanê dayîkê ye.

Karamollaoglu got: “Ji bo pêşketina zimanê dayikê, perwerdehiya wê hinek gav hatin avêtin lê berdewamiya wan nehat. Qanaleke dewletê ya ku bi Kurdî dest bi kar kir lê ev têrê nake. Li dibistanan divê zimanê dayikê bê fêrkirin û ji bo vê jî qasî hewce dike divê mamoste bên tayînkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst