Îsal milyon û 700 hezar geştiyar serdana Herêma Kurdistanê kirine

03-05-2022
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Geştiyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çar mehên destpêkê yên sala 2022an de zêdetirî 1.7 milyon geştyar serdana Herêma Kurdistanê kirine. Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê jî dibêje, em plan dikin heta sala 2025ê hejmara geştiyaran bigihêje heft milyonan.

Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di çar mehên destpêka sala 2022an de, bêtirî milyon û 700 hezar geştyaran serdana Herêma Kurdistanê kirine.

Herwiha Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê da zanîn ku 671 hezar û 146 geştyaran serdana sînorê parêzgeha Hewlêrê kiriye, ji wan 100 hezar geştyar ji derveyî Iraqê hatine û yên din geştyarên Iraqî bûn.

Di heman demê de, bêhtir ji 500 hezar geştyaran serdana sînorê parêzgeha Duhokê kirine ku piraniya wan geştyarên Neynewa, naverast û başûrê Iraqê ne û beşek ji wan ji derveyî Iraqê hatine.

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariyê ya Parêzgeha Duhokê, Rêwan Mihemed  ji Rûdawê re ragihand, ji yekem roja cejnê ve heta 10 rojan, ew pêşbînî dikin rojane 4 hezar geştyar serdana parêzgeha Duhokê bikin, ku têkraya wan ya rojane dike 40 hezar geştyar.

Parêzgeha Silêmaniyê yeke din e ji parêzgehên Herêma Kurdistanê, ku berdewam di her helkeftê de, hejmarek ji geştyaran serdana cihên wê yên geştyarî dikin. Di dema çar mehên bûrî de bêhtir ji 500 hezar geştyarî serdana parêzgeha Silêmaniyê kiriye.

Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê, çar rêveberiyên wê hene (Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Germiyan). Nadir Rostî dibêje, 15 rêveberî û binkeyeke wan a din li Herêma Kurdistanê heye, ku çar ji wan weke rêveberiyên giştî serederî ligel wan tê kirin, ew jî rêveberiyên Helebce, Soran, Raniye û Zaxo ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst