Hewlêr (Rûdaw) - Pêvajoya aştiyê ya Tirkiyê û egera xwe fesihkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) mijarên sereke yên Bernameya Ligel Renc a Tora Medyayî ya Rûdawê ne.
Bername di demekê de hat weşandin ku PKK li ser xwefesihkirinê razî bûye, bi mercê ku Abdullah Ocalan serokatiya kongreyê bike.
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK fesix bike û çekan deyne.
Li aliyê din, Komîteya Birêvebir a PKKyê jî 1ê Adarê li ser banga Ocalan daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dê pêbendî banga Ocalan bibin û li gorî pêwîstiyên wê tevbigerin.
Bi vî li Tirkiyeyê pêvajoyek hatiye destpêkirin.
"Birêz Ocalan cewherê demokrasiyê fam kiriye"
Siyasetmedar Mela Bextiyar got, "Birêz Ocalan cewherê demokrasiyê fam kiriye, lewma dibêje dest ji xebata çekdarî berdin.
PKK ya serdemekê bû û divê dest jê berdin. Vêca ramanên xwe yên nû bi civaka demokratîk ve girêdaye, ku ev hemû divê di danûstandinan de bibin beşek ji gotûbêja pêvajoyê."
Çarenivîsa gerîla piştî danîna çekan bûye rojeva sereke.
Hefteya bê, DEM Partî dê li parlamentoyê û derveyî parlamentoyê çend hevdîtin û civînan derbarê serrastkirina çend yasayan de saz bike.
"PKK ji bo her hewleke aştiyê amade ye"
Nûnerê DEM Partiyê yê Herêma Kurdistanê Sidqî Vakar wiha anî ziman:
"Derbarê vê mijarê de amadekariyên me jî hene, ew jî bo azadkirina hevalên me yên ku girtî ne.
Em ji wan re dibêjin, vaye pêvajoyê dest pê kiriye. DEM Partî li ku derê pêvajoya ye û çi bo gelê Kurd tê dayîn?
PKK ji bo her hewleke aştiyê yali Bakurê Kurdistanê amade ye û em jî aştiyê dixwazin.
Bi guhertina çend yasayan li Bakurê Kurdistanê piraniya pirsgirêkan çareser dibin; Daxwaza me ew e ku Birêz Ocalan azad bibe."
Çavên welatên herêmê û cîhanê jî li ser wê yekê ka gelo bi çi awayekî PKK dê çekan deyne.
Di demekê de heta niha pêvajo bi awayekî fermî ti garantor an çavê sêyem nîne.
"Niha Herêma Kurdistanê garantor e"
Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhelatî wiha anî ziman:
"Ya heye hevawayekî lig el şêwazê çekdanîna FARCê ye ya li Kolombiyayê. FARC, 1964ê hat damezirandin û 2016ê rêkeftinek li ser çekdanînê hat kirin.
Neteweyên Yekbûyî bû garantorê cîbicîhkirina wê rêkeftinê. Niha Herêma Kurdistanê bi awayekî garantorê cîbicîhkirina wê rêkeftina navbera PKK û dewleta Tirkiyeyê ye."
Hinek ji wan partiyên ku berê daxwaz ji PKKê kiribûn çekan deyne û dest bi siyasetê bike, vê pêvajoyê wek çareseriyekê dibînin.
"Li Bakurê Kurdistanê zemîna xebata sivîl gelekî pêş ketiye"
Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê Mistefa Ozçelîk wiha got:
"Li Bakurê Kurdistanê zemîna xebata sivîl gelekî pêş ketiye. Yanî tê wateya ku dibe bi piştgiriya sivîl, bi hezaran û deh hezaran hêza te hebe."
Lê hinek siyasetmedar û nivîskarên Kurd li dijî vê pêvajoyê ne.
"Ne ji bo demokrasiyê ye"
Nivîskar û Şirovekar Mustafa Şefîq wiha axivî:
"Erdogan, wê pêvajoya ku niha bi me dike, bi pileya yekem ji bo hegemoniya Tirkiyeyê ye, ne ji bo demokrasiyê."
Niha çav li ser bersiva dewleta Tirkiyê ne bo bersivdayîna daxwaza PKKê ya li ser sazkirina kongreya xwefesihkirinê bi serokatiya Abdullah Ocalan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse