Li Hewlêrê kesekî Brîtanî canê xwe ji dest da

02-12-2022
RÛDAW
Paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê
Paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê
Nîşan Hewlêr Kurdistan Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Polîsê Trafîkê yê Hewlêrê îro înê ragihand, welatiyekî Brîtanî di bûyereke trafîkê de şeva Çarşem li ser Pêncşemê di saet 1:30an de canê xwe ji dest daye.

Bûyer şeva 1ê Kanûna 2022an li ser cadeya 100 metrî ya bajarê Hewlêrê û li nêzîk bajarokê Enkawe çê bûye û di encamê de welatiyê Brîtanî Andrew Turley, 59 salî canê xwe ji dest daye.

Berdevkê Polîsê Hewlêrê, Hogir Ezîz ji Rûdawê re ragihand, “şofêrê motorsîklêtekê bi navê M.X.Ş ku erebekî ji Sûriyê ye û karê delîveriyê dike, bi motorê xwe li wî welatiyê Brîtanî daye.”

Andrew Turley yê 59 salî di kompanyayeke Hewlêrê de kar dikir û wek Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Hewlêrê dibêje, “xwestiye bi piyan ji cadeyê derbasî aliyê din bibe, lê cihê derbasbûnê nebûye û di encama wê bûyerê de wî welatiyê Brîtanî canê xwe ji dest daye.”

David hevalê Turley ku şeva bûyerê bi wî re bûye, ji Polîsê Hewlêrê re gotiye, “şeva qezayê Turley vexwaribû.”

Berdevkê Polîsê Hewlêrê herwiha da xuyakirin, niha şofêrê motorsîkletê li gor madeya 23 a qanûna trafîkê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst